Arşîv
Rêxistinên Saziyên Civakî derbarê êrîşên li ser Efrînê daxwiyanî dan

Rêxistina Kongra Star Jinên Partiyen Siyasî, Saziyên Civaka Sivîl, Pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser sînorê Rojava daxuyanîyek çapemenî dan.
Li bajarê Qamişlo herêma Cizîrê bi pêşengtiya Kongra Star saziyên jinên kantona Cizîrê, komeleya Mafê Mirova, Têkiliyên Diplomasî yê Kongra Star, Aboriya jin, Perwerde, Weqfa Jina Azad, Rêxstina Sara, Mala Jin, Asayîşa Jin, Desteya Netewiya Ereb, Yekîtiya Rewşenbîran, Desteya Jin, daxuyanîyek çapemenî ji bo êrîşên li ser Efrînê û
sînorê Rojava dan. Daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Rewşenbîaran Necla Xelef ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Di sedsala 21’emîn de ku bi maf û azadiyê tê naskirin de di şexsê Efrîn de Bakurê Sûriyeyê de ji milê hêzên leşkerî ên tirk de Rojava-Bakurê Sûriyeyê rastî êrîşên tund tê. Li gel heft salên ku di nav aloziyê de derbas dibe Rojava di nava ewlehiyê de û bi gelên cuda re bi awayekî demokratîk hat naskirin, gelek koçber hat parastin.
Rewşa ku îro li Efrînê tê jiyîn binpêkirina mafan e û li pêş çavên cîhanê ev tişt diqewime. Em wek jinên Rojava û hemû sazî û rêxistin û pêkhateyê jinan van êrîşên hovane yê li hemberî Efrîn û xelkê wê yê aştîxwaz bi tundî şermezar dikin. Em tucar qebûl nakin kû vê êrîşê bi şaxê darê zeytûnê binav bikin jiber ev dara pîroz sembola aştiyê ye ne ya kuştin hovîtiyê ye. Em tevahî civaka dewletî û netewên yekbûyî dawet dikin ku berpirsiyariya xwe bi cih bînin û li dijî van êrişên li ser Efrînê dengên xwe berz bikin.”
Daxuyanî bi dirûşma ” Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.