Arşîv

Hêvîn Reşîd: Efrînê dê mohra xwe li berxwedanê bixe

 Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê berdewam dike. Derbarê êrîşan de Hêvîn Reşîd anî ziman ku Efrînê bi saya berxwedana gel dê mohra xwe li berxwedanê bixe.
Hevseroka Encumana Zagonsaz a Herêma Efrînê Hêvîn Reşîd derbarê êrîşên TSK-OSO yên li ser Efrînê nirxandin kir û anî ziman ku Efrîn hêza xwe ji îrade û dîroka digire, ew ê tu carî têk neçe.
Her wiha Hêvîn Reşîd diyar kir ku li Efrînê sîvîl tên qetilkirin cihên dîrokî tên hilweşandin û wiha got:”Efrîn cih û warê şoreşgeran e zû bi zû teslîm nabe û wê her serî hilde.”
‘Gel hêviya xwe wenda nake û berxwe dide’
Hêvîn Reşîd bal kişand ser bêdengiya Rêxistinên Mafên Mirovan û wiha berdewam kir:” Kesên ku qaşo dibêjin em demokrat in îro li dijî vê komkujiyê bê deng in, ev tişt wiha nayê qebûlkirin. Ligel vê yekê gel hêviya xwe winda nake û berxwe dide.”
‘Ev rojan dê bi serkeftinê bi encam bibe’
Di dawiya axaftina xwe de Hêvînê wiha got:”Em hêvî û berxwedana xwe qet winda nakin. Ev rojan dê bi serkeftiên bêhempa bi encam bibe.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27