Arşîv

Engîzek Nûrheq: Dê Efrîn bibe serkeftina me ya herî mezin

Fermandara YPJ’ê Engîzek Nûrheq êrîşên dewleta tirk ên li ser sînorê Rojava bi taybet jî herêma Efrînê nirxand û got:” Divê hemû gel li dijî êrîşan erka xweparastinê bi cih bînin. Dem dema xwedîderketandina axa xwe ye.”
Fermandara YPJ’ê Engîzek Nûrheq êrîşên dewleta tirk ên li ser sînorê Rojava bi taybet jî herêma Efrînê nirxand û diyar kir ku ev êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê ne tiştekî nû ye, bi salan e bi hemû rengên êrîşê dixwaze îradeya gelê kurd tune bike. Êrîşî çand û zimanê gelê kurd dikin, her ev êrîş li ser kurdan heye.
Engîzek Nûrheq derbarê êrîşên li ser Efrînê de wiha got:” Ji şerê Serêkaniyê, Kobanê, Minbicê û heta Efrînê bi taybet jî piştî rizgarkirina Reqayê û hemleya Dêrezorê, YPJ/YPG û QSD’ê serkeftinên mezin bi dest xistin û derbeyên mezin li terora DAÎŞ’ê xistin. Bêtehemuliya li dijî vê serkeftinê bû sedema êrîşa li ser Rojava. Dewletên desthilatdar tim dixwazin destkeftiyên kurdan winda bibe, kurdan têk bibin. Lê em ê heta dawî li gelê xwe û axa xwe xwedî derkevin.”
‘Jin, kal, ciwan dibêjin em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî axa xwe biparêzin’
Engîzek di berdewamiyê de wiha got:” Sîstema dewleta Tirk a desthildar ji faşîzmê, parçekirinê, terorê ne qut e. Dema îradeya gelekî û netewan derdikeve holê bi awayekî demokratîk vê yekê qebûl nakin û dixwazin parçe bikin. Lê belê gel li dijî vê yekê xwe birêxistin kiriye bawerî da ye şervanan û li hember vê  sîstemê şer dike. Niha jî tê dîtin jin, kal, ciwan dibêjin em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî axa xwe biparêzin.”
‘Bi hêza civakî em ê bi ser bikevin’
Engîzek anî ziman ku li dijî şer û êrîşên desthilatdaran ew hêza xwe ji demokrasiye, ji nasnameya azad, wekhev û ji dîroka xwe digire. Em tu carî êrîşî tu kesî nakin, lê belê ên êrîşî me û axa me bike em ê bersiva wan bide. Bi hêza civakî em ê bi ser bikevin, kes nikare me têk bibe.”
‘Em ê li Efrînê jî bi ser bikevin’
Di berdewamiyê de Engîzek wiha got:” Em wek YPJ’ê di pêşengtiya şoreşa Rojava de gelek serkeftinên mezin bi dest dixin, hêzeke mezin me avakir, êdî wek artêş em parstina vî gelî dikin. Çawa ku YPJ’ê ji Kobanê û hemû hemleyên li Rojava- Bakurê Suriyeyê re pêşengtî kir dê li Efrînê jî bike û bi ser bikeve.”
‘Em bejna xwe li ber wan natewîne’
Îro li beramberî van êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê bêdengî heye, hemû dewletên navenetewî çavên xwe ji van komkujiyan digirin. Jixwe Rûsya di dîrokê de jî îxanet li kurdan kiriye û a niha jî dike. Lê em bejna xwe li ber wan natewîne û em ê axa xwe biparêzin. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin û em ê polîtîqaya AKP’ê ya şer vala derxînin. Bi hêz û îradeyek xwirt em ê lîstikên wan vala derxînin. Bi hêz û îradeya hevpar dê têkoşîna û serkeftina Efrînê bibe ya herî mezin.”
Back to top button