Arşîv

‘Tekoşîna jiyanê û parastina keda jinê erkek e pîroz e’

 Jina bi navê  Necah Mihemed li hember şert û mercên jiyanê yên zehmet têdikoşe. Necah Mihemed li keda jinê xwedî derdikeve û bi xwêdana eniya xwe debara mala xwe dike.
Jina bi navê Necah Mihemed ku 39 salî ye û ji Sêrêkaniyê ye, jiyana xwe bi keda xwe bi rê ve dibe. Ev çar meh in ku Necahê cil û bergan difiroşe û di bin şerd û mercên jiyanê yên dijwar de hewl dide ku debara xwe bike.
‘Keda jinê pîroz e’
Necahê diyar kir ku ji dîrokê heta a niha keda jinê her dem pîroz hatiye qebûlkirin û wiha got:”Parastina keda jinê erkek e pîroz e. Divê di destpêkê de berê em hemû jin li keda xwe xwedî derkevin û li ser piyan bisekinin ku em mecbûrî kesekî nebe. Dema ku mirov di warê aboriyê de  mecbûrî kesekî nemîne dê xwe bikaribe biparêze jî.”
‘Divê jin hêviya xwe wenda neke’
Necahê diyar kir ku ji ber şerd û mercên dijwar ew debara xwe bi zorê dike û wiha berdewam kir:”Min hêviya xwe qet wenda nekir û ez her dem ji bo li ser piyên xwe bisekinim hewl didim. Divê her jin ji bo neçewisin hewl bidin û hêviya xwe wenda nekin.”
‘Keda jinê berxwena jinê ye’
Necahê di dawiya gotinê xwe de wiha got:”Ji bo jiyanek xweş û debara xwe ez cilan difiroşim. Ji ber vê yekê ez bextewar im. Çimkî keda jinê berxwedana jinê ye.”
Back to top button