Arşîv

YPJ: Bi rihê Kobanê îro em Efrînê jî diparêzin

 Fermandariya YPJ`ê ya Efrînê berxwedan dayîk û gelê Efrînê  silav kir.

Fermandariya  YPJ`ê ya Efrînê derbarê rewşa dawî ya Efrînê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YPJ`ê wiha ye:

ʺEv 5 rojin êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li seranserî sînorê Efrînê bi hemû dijwariya xwe didome. Li hemberî van êrîşên hovane Yekîneyên Parastina Jin YPJ û tevahî gelê me yî li Efrînê bi berxwedanek dîrokî, bi vîneke mezin û bi baweriya sekeftinê bersivê tûnd didin. Em ê Efrînê ji dewleta tirk û çeteyên wê re bikin goristan û hatina wan li wan poşman bikin. Di van 5 rojan de di serî de bajarê Efrînê navçeyên wê Şera, Bilbilê,Mabeta, Cindirêsê, Şiyê, Reco, Şêrawa û gundên wê de şerên dijwar didomin. Dewleta Tirk bi hemû teknîka xwe bi balafir,kobra, obûs,hawan, tank, topên xwe û bi hemû cûreyên çekên giran li beramberî Efrîn û gelê wê didin şixûlandin. Dewleta Tirk bi çekên giran êrîş dike û çeteyên girêdayî wê di bêjahî de hewl didin di pir cîhan de bikevin Efrînê lê rastî bersivên tûnd yên hêzên me tên. Li hemû navçeyên Efrînê ji bona ku pêş de werin xwe ceribandin lê ji ber ku rastî bersivê hêzên me hatin bi ser nexistin.

Li hemû devera pevçûnên dijwar rû dan û hîn jî ev şer û pevçûn dewam dikin. Di van pevçûnên ku didomin de gelek kûştiyên dewleta Tirk û çeteyên wê hene. Lê hejmara van kûştiyên xwe vedişêre. Di daxuyanî û medyayên xwe de gotinên bi sedan windahî yê hêzên me hene didin lê ev daxûyaniyên wan hemû ne rastin. Di van şer û pevçûnên 5 rojan de bi giştî 7 şervanên me şehîd bûne. 2 Hevalên me di êrîşên hewayî de şehîd bûn û 5 hevalên me di pevçûnan de bi qehremantî şer kirin û gîhiştin şehadetê. Dîsa dewleta Tirk îdda dike ku em gel wekî mertal di şer de bi kar tînin lê ev gotinên wan ne rastin. Dewleta Tirk bi zanebûn gelê me ê sivîl hedef digre da ku çavê gel bitirsîne û gel warê xwe biterikîne. Lê heya vê kêliyê gelê me ê Efrînê cîhê xwe ne berdane.  Gelê Efrînê ji bo axa xwe cih û warên xwe bernede di nava berxwedaneke mezin de ne. Bi şervanên YPJ ê re gav bi gav hem di çeperan de hem jî bi alîkariya xwe berxwedaniyeke mezin nîşan didin. Ev fedekarî, ked, berxwedaniya dayik û gelê me nîşan dide em silav dikin. Me çawa wek hêzên YPJ di Kobanê de pêşengtiya berxwedana dîrokî û parastina jin kir, em bi wî rihî îro li Efrînê carekî din bi rola xwe ya pêşengtiyê radibin û axa xwe diparêzin.

Hêzên me bi moralekî bilind li kêleka dayîkên me ên parastina cewherî, hêzên Asayîşê û gelê me yê Efrînê mil bi mil xaka Efrînê diparêzin û bi berxwedaniyeke bê hempa li berxwe didin. Em wek YPJ`ê soz didin em ê heta dawî yê axa xwe û gelê xwe biparêzin. Wê soza me bibe tol rakirin û sekna me wê bibe bilindkirina berxwedanê.ʺ

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27