Arşîv

Daxwaza Oznûrê ew ku dixwaze dîsa rabe ser piyên xwe

Jinên Kobanê li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên li ser herêma Efîrnê bertekên xwe nîşan dan û gotin:” Dê Efrîn bi hêza gel û şervanên YPJ/YPG’ê bi ser keve “.

Artêşa dewleta tirk ev çend roj in bi balafiran û çekên giran êrîşî herêma Efrînê dike, di encamê de gelek sivîl û şervanan jiyana xwe ji dest dan, li beramberî vê bêdengiyek navneteweyî jî heye. Jinên Kobanê li hember van kiriyarên dewleta tirk û bêdengiya navneteweyî bertekên xwe nîşan dan.

‘Serkeftin a Efrînê ye’

Jina bi navê Rodîn Ibrahîm bang li saziyên mafên mirovan û dewletên navneteweyî kir ku bertek li hember êrîşên tirkiyeyê nîşan bidin û wiha got:” Em weke jinên Kobanê van êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin. Em dibêjin wê gelê Kurd bi îradeya xwe bi ser bikeve. Em ji şervanên xwe jî bawer in ku wê Efrînê biparêzin. Serkeftin a Efrînê ye.”

‘Em ê axa xwe ya pîroz biparêzin’

Her wiha endama Komîteya Edaletê ya Kobanê Dîlber Elûş soza piştgriya gelê Efrînê da û wiha axivî: ” Bila Erdogan nefikire ku dê bikaribe gavekê derbasî axa Efrînê bibe. Çimkî dîrokek kurdan a giranbiha heye. Ji ber vê jî wê Tirkiye tu caran derbasî axa Efrînê û Rojavayê Kurdistanê nebe. Axa me ji bo me pîroz e û em ê pîroziya wê biparêzin.”

‘Dê şervanên me careke din bi ser bikevin’

Di heman demê de jina ciwan Sara Welî planên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha axivî:” Dema ku çeteyan êrîşî Kobanê kirin û hewl dan Kobanê dagir bikin, bi saya berxwedana şervanên YPJ/YPG’ê ew êrîş têk çû. Dê Efrîn bi hêza gelê xwe li hember tank û topên Erdogan bisekine û şer bike. Dê şervanên me careke din bi ser bikevin.”

 

Back to top button