Arşîv

Kongera Star banga tevlîbûna çalakiya ji bo Efrînê kir

 Koordînasyona Kongreya Star ji bo pişgtgiriya Efrînê, bang li tevahî gelê herêma Cizîrê kir ku roja 30‘ê Çileyê beşdarî girava birçîbûnê ya bajarê Qamişlo tê organîzekirin bibin.

Koordînasyona Kongreya Star bi armanca şeremzarkirina êrîşên dewleta Tirk li ser herêma Efrînê û piştgiriya Berxwedana Serdemê dîroka 30‘ê Çileyê li bajarê Qamişlo, çalakiya girava birçîbûnê û mîtîngekê organîze dike. Koordînasyonê bi daxuyaniyeke bang li gelê herêma Cizîrê kir ku tevlî çalakiyê bibin.

Di daxuyaniyê de hate gotin” Êrîşên faşîzma Tirkiyê li ser kantona Efrînê gihaşt asta pêkanîna komkujiyan derheqê sivîl, zarok, jin û kesên bi temen mezin. Hovîtiya artêşa dagirker bi wên û dîmenan hatine belgekirin û her kes dibîne.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk di êrîşên xwe yên li dijî herêmên sivîlan, herêmên ku bi sedhezaran koçber hembêz kirine de bi israr e û hate gotin ku êrîşên hovane hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê hedef digire.

Koordînsayonê di dawiya daxuyaniyê de banga tevlîbûna giravê li tevahî gelê herêma Cizîrê kir û wiha got “Em wekî Kongreya Star bang li tevahî gelê xwe û xwedî wijdan dikin ku van komkujî  û peymanên li dijî gel û welatê me bibînin. Her wiha em bang li hemû gelên herêma Cizîrê dikin ku beşdarî giravê û mîtînga piştgiriya Efrînê ku dê 30/01/2018 li bajarê Qamişlo were organîzekirin bibin û berpirsyariya dîrokî ya li bermaberî gel û welatê me pêk bînin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27