Arşîv

‘Jinên Rojava berxwedana serdemê slav kirin’

 Jinên Rojava-Bakurê Sûriyeyê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav kirin û bertekên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk anîn ziman.
Berxwedana Efrînê ya li hember êrîşên dewleta Tirk ket roja xwe ya 9’an. Di vê berxwedana serdemê de gelê Efrînê li kêleka şervanên YPG/YPJ’ê û QSD’ê cihê xwe di çeperên şer de digirin. Di encama topbarana balafirên artêşa Tirk de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li hember van êrîşên dewleta Tirk gelê Kurd li her cihê ku lê ye daketiye qadan. Jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê jî li hember kiryarên Tirkiyeyê bertek nîşan dan û êrîş şermezar kirin.
Fatma Miêş got ku ew ê qet riya azadiyê bernedin û Efrînê bi tenê nehêlin û wiha dom kir: “Em şagirtên Rêber Abdullah Ocalan in xwediyê fikir û felsefeya jiyana azad û wekhev in. Em ê bi xwîna xwe Efrînê rizgar bikin û canê xwe ji bo wê feda bikin. Bila Erdogan xeyalan ji xwe re çêneke û nebêje ez ê Efrînê dagir bikim, em ê gora Erdogan li Efrînê bikolin. Îradeya gel ji êrîşên wî xurtir e.”
‘Divê êdî dewlet li hember Erdogan biryarekê bigirin’
Nadiya Xerîb a ji pêkhateya Ereb jî berxwedana Efrînê silav kir û wiha got: “Em wekî gelê Ereb û eşîrên pêkhateya Ereb berxwedana serdemê ya Efrînê silav dikin û bi tundî êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar dikin. Em destdirêjiya dewleta Tirk a li ser axa Efrînê qebûl nakin. Divê ku Erdogan êdî bisekine. Divê êdî dewlet li hember Erdogan û faşîzma wî  biryarekê bigirin. Em banga xurtkirina çalakiyan dikin, bang li her welatiyekî Ereb dikin ku bêdeng nemîne û ew jî dakeve qadan.”
Her wiha Elya Îsa ya ji çiyayê Kizwanan da zanîn ku zarokên pêkhateya Ereb tevî gel û eşîreyên wê piştgiriya berxwedana Efrînê dikin û wiha pê de çû: “Em ji tirkiyeyê re dibêjin êrîşa li ser Efrînê êrîşeke li ser Bakurê Sûriyeyê ye û mirovahiyê ye. Em îro tevlî meşê bûne da ku em bidin teqezkirin ku em yek in, xwîna me yek e û em ê axa xwe biparêzin. Em ê axa xwe û Efrînê bi xwîna zarokên xwe rizgar bikin. Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Efrîn.”
Ebla dawê anî ziman ku Efrîn bi saya şervanên xwe hatiye rizgarkirin û wiha got: “Em Efrînê bi tenê nahêlin, bila Erdogan nebêje ku ez ê Efrînê bi hêsanî dagir bikim, em Kurd dikarin doza xwe ya azadiya hemû gelan bi ser bixin. Em Kurd in tucarî serî natewînin, em ê bi egîd û lehengên xwe bi ser bikevin. Efrîn dê bibe goristana Erdogan. Heta ku jinek li Rojava hebe em ê li pişta şervanên YPG/YPJ’ê bin. Em hemû YPJ’î ne. Ev Efrîn e ciyê dara zeytûnê ye, dara aşîtiyê ye, her jinek li Rojava dara zeytûnê ye. Dewletên ku li hember vê êrîşa Erdogan bêdeng mane jî, em ji wan re dibêjin ku em ê Efrîna xwe ya delal biparêzin û ji dagirkeriyê re bibêjin na. Rûsya, Emerîka, Almanya û Îsraîl ma hûn nabînin ku Erdogan li Efrînê çi komkujiyan pêk tînin? Zarokên koçber ên li Efrînê jî bi tang û topên wî tên qetilkirin.”
Li aliyê din jinên Kantona Kobanê jî li dijî kiryarên dewleta Tirk berteka xwe nîşan dan. Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen berxwedana gelê Herêma Efrînê silav kir û wiha got: “Armanca sereke ya dewleta Tirk astengkirina projeya Netewa Demokratîk a Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Ji ber vê jî roj bi roj êrîşî destkeftiyên gel dike da ku vîn, îrade û hêza gel bişkîne û nehêle gelê Bakurê Sûriyeyê serxwebûna xwe îlan bikin.”
Endama Rêveberiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Fatma Xelîl jî bertekên xwe li hember kuştina gelê Efrînê nîşan da û wiha got: “Dema ku Tayyip Erdogan dibêje ez misliman im, wê çaxê çawa dikare êrîşî gelê sivîl bike û wan qetil bike. Bila ew û hevkarên wî baş bizanibin ku em ê tucarî van komkujiyan ji bîr nekin û em ê tola gelê xwe rakin. Em ê tucarî dagirkeriya Tirk a li ser herêmên xwe qebûl nekin. Em ê li dijî wî têkoşîna xwe xurtir bikin û dê serkefin a gelê Kurd û Kurdistanê be.”
Her wiha berdevka Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Gulê Hesen destnîşan kir ku hedefgirtina dewleta Tirk a gel sûc e û wiha pê de çû: “Em weke partiyeke siyasî amedene ji bo alîkarî û piştgiriya Efrînê. Dema ku balafirên Tirkiyeyê gelê Efrînê bombebaran dikin, gel hedef digirin, kuştina wî gelî jî sûc e û divê Tirkiye were cezakirin.”
Back to top button