Arşîv

Jinên HPC’ê: Serkeftin her nîşaneya me ye

 Jinên HPC’ê di derbarê êrîşîn dewleta tirk ên li ser herêma Efîrnê nerînên xwe anîn ziman û gotin:” Em ê ji bo parastina Efrînê mil bi mil bi şervanên YPJ/YPG’ê parastina rewa bikin.”
Jinên Hêzên Parastina Civakî (HPC)  di derbarê êrîşên artêşa dagiker a li ser herêma Efrînê de nerînên xwe anî ziman û diyar kirin ku ew ê heta dawiyê li Efrînê xwedî derkevin.
Endama Rêveberiya Hêzên Civakî ya navçeya Eşrefiyê Newrûz Henan anî ziman ku di bin çi şert û mercan de be bila be, ew ê parastina gelê xwe bikin û wiha domand:” Em tu carî nahêlin Erdogan derbasî axa Efrînê bibin. Mil bi mil em li pişta YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê ne”.
Endama Rêveberiya Hêzên Civakî Emîne Eslan anî ziman ku ew ji destpêka êrîşên dewleta tirk ên li ser herêma Efîrnê parastinê dikin û wiha domand:” Balafir û çekên giran ên artêşa dewleta tirk wê nikaribe hêza me bişkîne. Heta ku îradeya jinê xurt be ew ê Erdogan û yên ku alîkariyê didin wî dê têk biçin, bi ser nekevin.”
Endama Rêveberiya Jinê a Hêzên Parastina Civakî a navçeya Eşrefiyê Letfiyê Hesen anî ziman ku heta dilopa xwîna di canê wan de hebe nahêlin ku Erdogan derbasî Rojava bibe û wiha domand:” Erdogan û alîgirên wî bû sedema kuştina jin û zarokan. Ji ber ku jin û zarok bingeha civaka demokratîk in loma êrîşî wan dikin.”
Endama Hêza Parastina Civakî Leman Cuma wiha got:” Me destên xwe bi YPG/YPJ’ê re kiriye yek û em parastina welatê xwe dikin êdî jiyana me bûye parastina welatê me û gelê me. Serkeftin her nîşana me ye.”
Back to top button