Arşîv

Dayîkên aştiyê: Em ji balafirên Erdogan natirsin

Dayîkên Aştiyê yên bajarê Helebê diyar kirin ku çawa gelê Koban, Şengalê û Şêxmeqsûd li ber xwe dan gelê Efrînê jî dê li dijî dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bide û wiha gotin, ″Em tu ji balafirên Erdogan natirsin.″

Berxwedana serdemê ya Efrînê di roja xwe ya 9’emîn de li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê berdewam dike. Girêdayî mijarê Dayîkên Aştiyê yên bajarê Helebê ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivîn û diyar kirin ku çawa gelên Kobanê, Şengalê û Şêxmeqsûd li ber xwe dan û gelê Efrînê jî dê li dijî hovîtiya dagirkeran heta dawî li ber xwe bide.

WEDAD-NEISO

Dayîka bi navê Wîdad Mihemed Nehso got ku ew ti carî zulma li ser welatiyên sivîl qebûl nakin û destnîşan kir ku hêzên Efrînê ti carî destdirêjî li ti aliyan nekirine û wiha pirsî: “çima ev zulm û kîna li hemberî Efrînê?” Wîdad di berdewama axaftina xwe de got ku ew ti carî rê nadin Erdogan ku herêma Efrînê dagir bike.

ZAIDE ISMAIL

Dayîka bi navê Zayîde Îsmaîl girêdayî heman mijarê wiha got: “Êdî ji kuştin, perîşantî û wêrankirinê re bes e. Êdî ji dagirkeriya Tirkiyeyê re bes e ku dilê dayîkan disotîne. Çawa ku gelên Kobanê, Şengalê û Şêxmeqsûd li ber xwe dan welatiyên Efîrnê jî dê li dijî hovîtiya dagirkeran li ber xwe bidin.”

ZEHRA TEME

Dayîka bi navê Zehra Temê da zanîn ku ew weke dayîkên aştiyê dê heta dawî piştgirî û alîkariya berxwedana serdemê ya Efrînê bikin û wiha got: “Çi dibe bila bibe ti carî em rê ji Erdogan re venakin ku herêma Efrînê dagir bike û komkujiyên xwe li dijî welatiyên sivîl pêk bîne.”

MELEK MIHEMED

Dayîka bi navê Melek Mihemed diyar kir ku heta ku ew jiyan dike dê alîkariya şervanên li eniyên şer bike û wiha anî ziman: “4 zarokên min niha li herêma Efrînê li eniyên şer li ber xwe didin û parastina herêmê dikin. Çi ji min bê xwestin ez ê heta dawî alîkariya şervanên xwe bikim. Em ti carî ji hovîtiya Erdogan natirsin û em heta dawî parastina Efrînê bikin.”

HEMIDA IBRAHIM

Dayîka bi navê Hemîde Îbrahîm bi hêrs hovîtiya Erdogan li dijî herêma Efrînê şermezar kir û got ku hemû pilanên Erdogan hatine têkşikandin ji ber vê yekê bi balefiran û bi awayekî hovane tola xwe ji welatiyên sivîl û zarokan hiltîne û wiha destnîşan kir: “Heta em jiyan dikin em ê berxwedana xwe li dijî dagirkeran berdewam bikin. Eger çekên me nemînin jî em ê bi keviran li ber xwe bidin û serê kujeran bişikînin.”

ELMAS ELI

Dayîka bi navê Almaz Elî bi dilekî bi cêş behsa heman mijarê kir û wiha pirsî: “Gelo kanî rêxistinên mafên mirovan û civaka navnetewî li hemberî van êrîşên hovane yên li dijî Efrînê? Jin û zarok tên kuştin bêyî ku aliyekî navnetewî li hemberî vê hovîtiyê helwesteke xwe nîşan bide.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27