Arşîv

Kordînasyona Jin: Avesta sembola berxwedan û rumetê ye

 Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê berxwedana Fedayî ya şervana YPJ’ê Avesta Xabûr silav kir û got ku jinên kurd li Rojava careke din isbat kir ku sembola berxwedan û rumeta mirovahiyê ye.

Kordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê derbarê çalakiya fedayî ya şervana YPJ’ê Avesta Xabûr ku li dijî Arêtşa Tirk a dagirker pêk anî daxuyaniyek da.

Daxuyaniya Kordînasyonê wihaye: “

Careke din jinên kurd li Roajva isbat kirin ku ew sembla rumeta hemû mirovahiyê ne.

Duh bû Arîn Mîrkan li Kobanê û îro Avesta Xabûr li Efrînê berxwedana dîrokî jîşan dan. Avesta li dijî êrîşa hovane ya deweleta Tirk û

Eteyên wê ku dixwestin gundê Heman a girdayî Efrînê dagir bikin û hemû cûreyên çekan di êrîşa xwe de bikar anîn. Êrîşa wan li ber çavê hemû cîhanê û bêdengiya civaka navdewletî pêk tê. Qehremana me Avesta çalakiyek fedayî li dijî alavên kuştinê yên Tirkiyê lidar xist û bi xwîna xwe evsaneyên  qehremaniyê û fedekariyê nivîsandin. Ji hemû cîhan re isbat kirin k utu hêz naghêje hêza eşqa jinan ji xak û azadiya xwe re.

Berxwedan mîrasa jinên SÛriyê ya ji bo jiyana bi rumet e. Artêşa Tirk çiqasî êrîşên xwe dijwar kir dê nikaribe armancên xwe pêk bîne û îradeya jinan a ji bo pêkanîna azadiyê rawestîne.

Em wekî Kordînsayona Jinan a Rêveberiya Xweser di destpêkê de sersaxiyê ji xwe re û hemû jinên Cîhan ji bo şehadeta Qehremana me Avesta Xabûr dixwazin. Di heman demê de em bejna xwe li ber berxwedana wan ditewîn in. Her wiha em bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinê mafê mirovan û hiqûqî û insanî dikin ku di zûtirîn dem de destwerdanê bikin da ku êrîşa hovana ya dijminane ya dewleta Tirk li ser Efrînê rawestîne. Em wan ji êrîşa li ser Efrînê û komkujiyên li dijî gelê me yên Efrînê li ser destê Arêtşa Tirk a dagirker û hevkarên wan tê, berpirsyar dibînin.”

 

Back to top button