Arşîv

Rojda Felat: Li ser xeta Avesta em ê li Efrînê bi ser bikevin

Rojda Felat çalakiya fedeyî ya Avesta Xabûr bi berdewama xeta Arîn Mîrkan û Orîvana pênase kir û da zanîn ku ew ê li Efrînê li ser xeta şehîd Avesta bi ser bikevin.

Şervana YPJ‘ê Avesta Xabûr duh li hemberî tankeke Artêşa Tirk a dagirker dema hewl dida êrîşî gundê Hemam ê herêma Cindirêsê bike, çalakiyeke fedayî pêk anî.

Li ser vê çalakiya fedeyî Fermandara YPJ‘ê Rojda Felat ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê re axivî û anî ziman ku ew şopdarên xeta Şehîd Avesta ne. Rojda wiha dom kir, “Avesta li dijî êrîşa tank û topên dijmin a li ser gundê Hemam bedena xwe kir mertal. Çalakiya Avesta wê di dîrokê de mayinde be.”EVESTA

Felat di berdewama axaftina xwe de berxwedana YPJ‘ê ya 2014′an li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser Kobanê  bi bîr xist û wiha bi lêv kir, “Çalakiya hevala me Avesta bingeha xwe ji çalakiya Arîn Mîrkan û Orîvana digire. Di berxwedaniya Kobanê ya li dijî DAIŞ‘ê de herdû hevalên me bi çalakiyên xwe rê li ber dagirkirina Kobanê girtin û nehiştin ku dijmin rûmeta me binpê bike.”

Rojda Felat destnîşan kir ku Avesta bi çalakiya xwe rê li ber tankên Tirkiyê yên ku zarok û sivîlên Efrînê qetil dike girt û tekez kir ku ev çalakî wê Artêşa dagirker û çeteyên wê li Efrînê hilweşîne.

Fermandara YPJ‘ê Rojda Felat bang li hemû jinên cîhanê (bi taybet jinên Efrîn û Bakurê Sûriyeyê) kir ku şehîd Avesta ji xwe re mînak bigirin û beşdarî berxwedana Efrînê bibin.

Rojda got, “Berxwedana Efrînê wê bi serkeve, em ê xeta şehîd Avesta bişopînin.”

 

Back to top button