Arşîv

‘Moralê me bilind e û em ê Efrînê biparêzin’

 Fermandara YPJ’ê ya navçeya Bilbilê Ayser Bilbilê di derbarê êrîşên li ser herêma Efrînê de nirxandin kir û got:” Bila dewleta Tirk baş  bizanibe ku çawa ew li Reqayê, Dêrazorê û li Minbicê  bi berxwedana YPG-YPJ’ê  têk çûn dê li Efrînê jî têk biçin.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber didome. Fermandara Yekîneya Parastina Jinê (YPJ) Ayser Bilbilê di derbarê êrîşên artêşa dewleta tirk ên li ser herêma Efrînê nirxandin kir û  wiha got:” Dewleta tirk bi hemû teknîkên xwe êrîşî navçeya Bilbilê û herêma Racoyê dike û dixwaze bi êrîşên xwe îradeya gelê Efrînê bişkîne lê bila baş bizanibe ku Efrîn dê bi berxwedana gel û YPJ-YPG’ê bi ser bikeve.”
‘Moralê me bilind e û em têdikoşin’
Ayser Bilbilê bi lêv kir ku gel bi moral e û ew bi têkoşînê jiyana xwe dewam dike û wiha got”: Tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeya Cindirêsê gel bi moral jiyana xwe dewam dike û kêlî bi kêlî bi hêzênYPG- YPJ’ê re li çeperan şer dikin û piştigriyê didin hev. Tayyip Erdogan bi propagandayên xwe yên ne rast dixwaze li ser me û gel hinek tiştan bide meşandin û bi vê rêyê bigihêje armanca xwe. Lê Tayyip Erdogan dê li dijî hêza gel û YPJ-YPG’ê têk biçe û di hundir xwe de bifetise. Moralê me bilind e û em ê Efrînê biparêzin.”
‘Em tu caran paşve gav neavêjin’
Ayserê anî ziman ku ew ê tu caran paşve gav neavêjin û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Em hêz û hêviya xwe tu caran winda nakin. Serkeftina Efrînê serkeftina hemû Kurdistanê ye. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe, em ê têbikoşin û berxwe bidin ku em li dijî dagirkeran têk neçin.”
Back to top button