Arşîv

Hevjînên şehîdan:Em ê berisva êrîşên Artêşa Tirk a dagirker bidin

Hevjînên şehîdan ên bajarê Minbicê destnîşan kir ku ew ê bi yek destî bi hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re bin û ew ê bersivê bidin êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û terorîstên wê.

Herêma Efrînê ji 20`ê çil ve heta niha rastî êrîşeke hovane tê. Derbarê mijarê, hevjînên şehîdan ên bajarê Minbicê ji ajansa me re axîvin.

Muna Hamid diyar kir ku piştî bi hezaran ciwan di oxira rizgarkirina Minbicê û Bakurê  Sûriyê de şehîd bûn, ew nahêlin tu aliyên derve destwerdana karûbarên wan bikin.

Muna tekez kir ku ew wekî hevjînên şehîdan ew ê li ser rêya hevjînên xwe bimeşin û çek rabikin û li hemberî destwerdanên derve rawestin û  wiha pê de çûʺEm destûr nadin tu dewletan ku ewlekarî û aştiya Minbicê  xerab bikin.ʺ

Muna di dawiya axaftina xwe de ev mesaj da dewleta TirkʺEm ê li hemberî dagirkeriya we rawestin û mafê tu kesî tune ye destwerdanê di karê me de bike. Axa me rûmeta me ye û em ê parastina axa xwe bikin.ʺ

Aye Ehmed da zanîn ku dema DAIŞ`ê destdirêjî li ser jinan dikir û zarok dikuştin, dewlet li kur bûn? û wiha pê de çûʺBajarê me bi saya şehîdan hate rizgarkirin û em ji tarîtî xelas bûn.ʺ

Mariya El-Sîd  destnîşan kir ku ew aştî û ewlekariya xwe xerab nakin û gotʺMe hevjînên xwe di oxira rizgarkirina Minbicê de, em jî di oxira parastina Efrîn û Minbicê canê xwe bidin.ʺ

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27