Arşîv

Ji nivîskara 14 salî derbarê kuştinên jinan de pirtûk

 Nazîme Koşun a 14 salî ku diçe dibistana navîn derbarê kuştinên jinan de pirtûkek nivîsî. Pirtûka wê bi piştgiriya mamosteyên wê yên dibistanê hat weşandin û pirtûka wê rastî eleqeyek mezin hat. Her wiha amadekariyên wê yên ji bo pirtûka duyemîn jî dest pê kir.
Nazîme Koşun a 14 salî ku li gundê Goltepe ya Çewlîkê li Dibistana Navîn a Yenî Yerleşîm a gund xwendekara pola 4’emîn a navîne, pirtûka xwe ya bi navê ‘Kar tanesî’ nivîsî.  Bi piştgiriya mamosteya rehberê dest bi xwendina pirtûkan dike û mehên havînê bi pirtûka ku dixwîne bandor dibe û piştî vê dest bi nivîsandina vê pirtûkê dike.  Nazîme ya 8 mehên ewil karakter ava kir, pirtûka xwe ya bi mijara ‘kuştinên jinan’ nivîsî. Pirtûka wê mehek berê hat weşandin.
Nazîme ku bi pirtûka xwe bal kişand ser xwe pêvajoya nivîsandina pirtûka xwe wiha vegot: “Heta min mamosteya xwe rehberê nas nekir, min pirtûk nedixwend. Lê bi saya mamosteya xwe min xwend.  Ji bo me pêşniyara nivîsandina pirtûkê kir. Min jî dest bi nivîsandinê kir.  Ez 8 mehan li ser karekteran kûr bûm. Piştî min karekter temam kir min dest bi nivîsê kir.  Mijara sereke ya pirtûkê, jin, êş, paşeroj û kuştinên namûsê ne.”
‘Min dest bi pirtûka duyem kir’
Nazîme bi lêv kir ku wê biryara nivîsandina pirtûka xwe ya duyemîn kiriye û got: “Yên tên serdana min fikir û  hestên xwe yên xweş parve dikin. Min jî li ser van biryara nivîsandina pirtûka duyem da. Hevalên min ên dixwazin binivîsin divê xwe nedin alî û binivîsin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27