Arşîv

Viyan reqsa azadiyê ya ber bi bêdawîbûnê ve herikî bû..

 Viyan Soran di sala 2003’an de li Heftanînê li dijî komploya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û bi gotina ‘Ez jî wek gelek hevalan deyndarê gel û jinên êşê dikişînim e’ û êşa hemû jinan veguherand têkoşînê.
Viyan Soran di hişê jinên Kurd de bi evîn û bi azadiyê şopa kûr hişt û 12 sal berê bedena xwe da ber agir. Viyan (Leyla Walî Hasan) ku hezkirina wê ya azadiyê di temenê biçûk de dest pê kir, zaroka malbatek ji eşîra Caff ya Başûrê Kurdistanê bû, li  Silêmaniyê hat dinê. Ji ber Viyanê xwest tevlî PKK’ê bibe rastî bertekên mezin hat. Viyan di 1997’an de bi xwişka xwe re tevlî PKK’ê bû û malbata wê bi dehan carî hewl da ku Viyanê bigire.  Rayedarên rêxistinê  gotin ‘Em nizanin, îradeya azad a keça we ye, ji wê bipirsin, ger bixwaze, bigirin bibin’. Malbat li ser vê gotinê bi Viyanê re hat cem hev û Viyanê wiha got: “Ez teqez bi we re nayêm. Ez diçim cihê ku hesreta min a azadiyê lê pêk tê’.
Viyanê li çiyan hîna di sala xwe ya ewil de di Yekitiya Jinên Azad YJA STAR de fermandarî kir. Viyana ku hişmendiya zayendê bixwe re hewand, di vê mijarê de bi sekna xwe ya israr û înat, her tim bû pêşeng û navê xwe li dîroka berxwedana jinan nivîsî.
Dema Viyanê di refên PKK’ê de cih digirt, li girtîgehan jî li dijî tecrîda Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de çalakiya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ hatibûn destpêkirin. Di 2006’an de dîsa li dijî şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  çalakî dest pê kirin û Viyanê ev bihist û çalakiya ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ bir çiyan û  di rojên ewil ên Sibata 2006’an de li Heftanînê bedena xwe da ber agir. Viyan a ku reqsa azadiyê bi bedena xwe ya agir berdayê, pêk anî, taritiya şevê ronî kir û  bi vî awayî tevlî karwanê nemiran bû.
Viyanê navê xwe yê Leyla ku malbata wê lê kiribû ji Leyla Qasim girtibû. Di 1974’an de dema Leyla Qasim çû sêdarê got ‘Mirina min wê hişyarbûna gelê min be’.  Viyanê jî wek wê bi gotina ‘Ez jî wek gelek hevalî xwe deyndarê gel û jinên bi êş dibînim.’ Ber bi agir ve meşiya.
Niha li Başûrê Kurdistanê her zaroka keç a tê dinê hinek bi Leyla hinek bi Viyan bi hêvî ji cîhanê re dibêjin merhaba.
Back to top button