Arşîv

Li ser xeta Avesta em ê bi ser kevin

Fermandara YPJ’ê Rojda Felat diyar kir ku berxwedana Efrînê wê li ser xeta Şehîd Avesta ya fedaî bi serkeve û da zanîn ku ew ê şopdarê rêya Şehîd Avesta bin. Felat wiha got, “Şehîd Avesta li dijî êrîşa tank û topên dijmin bedena xwe kir mertal. Çalakiya Şehîd Avesta wê di dîrokê de mayinde be.”

Rojda Felat çalakiya fedeyî ya Avesta Xabûr weke berdewamiya xeta Arîn pênase kir û diyar kir ku ew ê li Efrînê li ser xeta şehîd Avesta bi ser bikevin.
Li ser çalakiya fedeyî ya ku şervana YPJ’ê Avesta Xabûr li Efrînê li dijî hêzên dagirker pêk anî û gihişt şehadetê Fermandara YPJ‘ê Rojda Felat axivî û anî ziman ku ew şopdarên xeta Şehîd Avesta ne. Felat wiha got, “Avesta li dijî êrîşa tank û topên dijmin a li ser gundê Hemam bedena xwe kir mertal. Çalakiya Avesta wê di dîrokê de mayinde be.” Felat di axaftina xwe de berxwedana YPJ‘ê ya 2014′an li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser Kobanê bi bîr xist û wiha dewam kir, “Çalakiya hevala me Avesta bingeha xwe ji çalakiya Arîn Mîrkan û Orîvana digire. Di berxwedaniya Kobanê ya li dijî DAIŞ‘ê de herdû hevalên me bi çalakiyên xwe rê li ber dagirkirina Kobanê girtin û nehiştin ku dijmin rûmeta me binpê bike.” Rojda Felat destnîşan kir ku Avesta bi çalakiya xwe rê li ber tankên Tirkiyê yên ku zarok û sivîlên Efrînê qetil dike girt û tekez kir ku ev çalakî wê Artêşa dagirker û çeteyên wê li Efrînê hilweşîne. Fermandara YPJ‘ê Rojda Felat bang li hemû jinên cîhanê bi taybet jinên Efrîn û Bakurê Sûriyê kir ku şehîd Avesta ji xwe re mînak bigirin û beşdarî berxwedana Efrînê bibin.Fermandara YPJ’ê Rojda Felat di dawiyê de wiha got, “li ser xeta Şehîd Avesta wê berxwedana Efrînê wê bi serkeve.”

Back to top button