Arşîv

Jin bi ked û hevgirtinê aboriya xwe geş dike

Bi armanca geşkirina aboriya jin û peydakirina derfetên kar ji bo jinê, Desteya Aborî ya Jinê ya Herêma Cizîrê di sala 2012‘an d werşeyek dirûtinê ya bi navê ʺWarşînʺ vekir. Di werşeyê de 10 jin bi ked û ruhekî hevbeş dixebitin û hemû cûreyên cilên jinan, zarokan û mêran didirûn.

ARMANC PÊŞXİSTİNA ABORÎYE

Têkîldarê mijarê Berpirsa kargeha werşeyê Îman Ebdulhadî armanca ji vekirina werşeyê wiha vegot: ʺArmanc pêşxistina aboriya jin û peydakirina derfetên kar ji bo jinan e. Û wiha axaftina xwe dom kir: “Ev kargeh beriya 6 salan hatiye vekirin, di destpêkê çi di milê kêm alav û endam hişmendî jin pir zehmetî kişand. Lê di her xebatek de di destpêkê mirov astengî û zehmetiyan jiyan çêdibe, lê pêşiya pêşketinê nebe kelem. Bi alîkariya navenda aboriya jin alav û pêdiviyên kargehê pşêkêş kirin, wek makîna neqiş kirina cilan, zêdekirina makîne dirûtin û endam jî, her wiha kargehek li Holê jî hate vekirin.”
CIL Û BERGÊN FILKILORÎ YÊN HEMÛ PÊKHATEYAN DIDRU

Îman diyar kir ku di destpêkê de kargeh cil û bergên leşkerî yê Asayîş, YPG’ê û YPJ’ê di dirûtin, ji ber ku wê demê kargehek taybet bi wan tinebû. Û wiha got: “Niha piranî cil û bergên sivîlan û li gorî pêwîstiya civakê wekî(kiras, ebeyên erbeî, bêceme, çakêt, şal û şapik, her wiha kincên hemû saziyên sivîl û yên ewlehiya taybet û Tirafîkê didirûn. Di rojên taybet de wek cejna Newrozê, kargeh beriya wê bi mehekê dest bixebatên dirûtina kiras û xifatn û hemû cureyên cil û bergên filklorî yên hemû netewê di herêmê de dijîn dike. Her wiha em logoyên saziyan, kincên tirafî, ewlehiya taybet û alên leşkerî jî dineqişînin.”

JİN Bİ VÎNA XWE
SER DİKEVE

Îman dazanîn ku ew caw piranî ji herêmê tînin lê, dema ku li vir peyda nebe ji Minbic û ji başûr û Bakurê Kurdistanê tînin. Û Îman diyar kir ku Kargeha Warşîn a dirûtinê rojane ji 500 heta 1000 parçeyên cil û bergan derdixe û ev parçe li bazarên bajarê Qamişlo bi buhayeke erzan tên firotin. Îman di axaftinê wxe de bal kişand ser rola jin di şikandina hişmendiya cinsiyetperst û got: “Ez ew keçek ereb ku di malê de ne nerîn û biryara min hebû, her wiha nikarîbû ji malê derkevim. Lê va îro ez bi xwe wek berpirsa vê kargehê me û ji bo peydakirina cawn diçim heya Minbicê. ji bo wê dibêjim “Gava yekemîn ber bi azadî û hêza xwe naskirin, ji ew çar dîwarên malê derketine.”

BİNGEHA ABORİYA
XWESER AVABİKİN

Xebat kara kargehê Samiya Umer Mihemed: “Dema ku jin karibe bingeheke aborî ji xwe re çêbike, dikare hemû pêdiviyên xwe yên sereke peyda bike û xwe ji qeydên zihniyeta baviksalariyê rizgar bike.”
Xebatkara kargehê Mizgîn Mihemed ji Hîmo wiha got: “Ez di riya navenda aboriya jinê de di kargehêde dixebitim û vie dixebtim û ez bi vê xebatê kêfxweşim ku piraniya xebatkaran jî jin û ev cihê şehnaziyê ye. Her wiha em ji demjimêra 8 sibê heya 4 piştî nîvro dixebtin, Xebatkarên werşeyê li gorî berhemên ku derdixin, heftane ji 15 heta 25 hezaran lîreyên Sûrî heqdestê xwe werdigirin. Armanca min jî ku ez di malbat û civaka xwe de bibim pêşeng ji jinênre.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27