Arşîv

Avesta mohra azadiyê li dîroka jin xist

Jinên efrînê li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker bi lehengî ber xwe didin û cane xwe dikin qurbanê xaka Efrînê. Berxwedaniya jinên efrînê wê di dîrokê de zndî bimîne. Jinên Efrînê di derbarê berxwedaniya jinan de nêrîn û helwestên xwe bi me re parve kirin.

JINÊN KURD SERÎ NATEWÎNIN

Dayîka Şehîd Fatme Ehmed ji navçeya Cindirêsê li ser êrişên ne rewa yên li dijî sivîlan de û berxwedaniya gel û hêzên parastinê axivî û got: “Li gorî ku li ser navçeya cindirês topbaran heye, piraniya şêniyê navçeyê di cih û warên xwe de ne û li rex şervanan diskinin. Divê dewleta Tirk zanibe ku gelê kurd serî natewîne. Rojane bi balefrên tirkiyê êrîş me dike. Şêniyên Efrînê rojane şehîdan didin bi dehan zarok û jin tên kuştin. Komkujiyên ku di dîrokê de nebûne li ser sivîlên Efrînê pêk tên.”

BI SEDAN ARÎN û
AVESTA HENE
Selwe Mihmed Endama Rêvberiya Veguhistinê li Kantona Efrînê li ser berxwedaniya jinên Efrînê wiha got: “Jinên Kurd di dîroika Kurdistanê de bi lehengî şer dikin û bi qehremanî şehîd bûn e. Dewleta tirk a dagirker li hember hêza jina kurd her tim lawaz e. Dîsa dîroka jina azad xwe di berxwedaniya Efrînê de nîşan dide. Avesta Xabûr riya berxwedaniya mezin û bê sînor li pêş jinên kurd dîsa vekir. Berxwedaniya fedayî ya şehîd Avesta mohra xwe li dîroka azadiya jinan xist. Bi sedan Avesta û Arînên me jî hene û riya jinên şerker û berxwedêr dişopînin û ji b o azdiyê şer dikin.”

BERXWDANIYA JINÊN EFRÎNÊ AZADIYA EFRÎNÊ MISOGER DIKE

Rêvebera Têkiliyên Diplomasî li kantona Efrînê Fatme Lekto li ser berxwedana şehîd Avesta wihagot: “berxwedaniya Şehîd Avesta nîşaneya serkeftina gelê Efrînê ye. Jinên kurd ji bo avakirina jiyanek azad canê xwe dikin qûrban. Avesta Xabûr hêz da berxwedana gelê Efrînê û hêzên parastinê. Divê jinên kurd hemû bi rihê Avesta şer bikin û dagirkeriyê têk bibin.”

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27