Arşîv

Di meha Çileyê de 28 jin hatin qetilkirin, 34 jin rastî şîdetê hatin

– Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkiyeyê de derketine di meha ewil a 2018’an de 28 jin hatine qetilkirin, 34 jin rastî şîdetê hatine û 147 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine.
Li gorî nûçeyên di çapemeniyê de derketine di meha ewil a 2018’an de  mêran 28 jin qetil kirin,  li 34 jinî şîdet kirine, 10 zarok qetil kirin û 147 zarok jî îstîsmara zayendî lê hatine kirin.
Jin ji aliyê mêrên nas ve hatin qetilkirin
Li Tirkiyeyê hema hema her roj jin ji aliyê mêran ve tên qetilkirin, rastî şîdetê tên. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de derketine di 2017’an de mêran 409 jin qetil kirine, di meha ewil a 2018’an de jî 28 jin qetil kirine.
Her wiha ji sedî 54’ê jinan ji aliyê mêrên ku nas dikin ve hatine qetilkirin. Bi hincetên destberdan, berdan, redkirina hevdîtinê, biryarên derbarê jiyana xwe de hatine qetilkirin. Ji sedî 18 jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Ji sedî 7 întîxar kirine. Ji sedî 14 jî ji aliyê mêrên nas nakin ve hatine qetilkirin.
Di dema desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinan jî zêde bû. Di 2017’an de 354 jin rastî şîdeta mêr hatin û di meha ewil a îsal de jî 34 jin rastî şîdetê hatin. Ligel vê 147 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin û 10 zarok jî hatin qetilkirin.
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27