Arşîv

Jinên ciwan ên Tebqayê Em ê li ser rêya şervana YPJ`ê bimeşin

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê, got ku wê bi hezaran jin li ser rêya şervana YPJ`ê ku bi cenazeyê wê hate lîstin, bimeşin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha çend rojan bi cenazeyê şervana YPJ`ê li Efrînê lîstin. Nerazîbûnên derbarê vê mijarê roj bi roj zêde dibe.

Di vê çarçoveyê de, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Tebqayê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan Leyla El-Ebd ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, kiryarên leşker û çeteyan derheqê gelê Efrînê de bi awayekî tûnd hate şermezarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de, hate gotin ku kiryarên ku leşker û çeteyên Tirk derheqê şervana YPJ`ê pêk aniye, wekî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ku derheqê gelên herêmê de pêk anîne.

Di dawiya daxuyaniyê de, hate tekezkirin ku ev kiryar îradeya jina azad naşkîne û bersivdayîna vê kiryarê jî wê bi hezaran jin tevlî nava YPJ`ê bibin û li ser rêya wê bimeşin.

 

Back to top button