Arşîv

‘Efrîn hêviya gelan e’

 Jinên Serêkaniyê û Qamişloyê nerazîbûnên xwe yên ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê anîn ziman û  gotin:”Efrîn hêviya gelan e, kes nikare Efrînê dagir bike.”
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê bê navber dewam dike. Dayikên berxwedêran ên Serêkaniyê û jinên Qamişloyê yên ku dê beşdarî meşa girseyî ya Efrînê bibin bertekên xwe nişanî êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê dan û diyar kirin ku dê Efrîn tu carî nekeve û dîroka serkeftinê binivîse.
Dayika berxwedêr Lewend Guzel Osman êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha got: “Ez dayika şehîd Lewend im. Ez li ser navê hemû dayikên şehîdan dibêjim ku Erdogan bila nebêje qey em ji tank û topên wî ditirsin. Heta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê li pey Efrîna xwe ya rengîn bin û em ê li kêleka YPJ û YPG bisekinin û Efrîna xwe biparêzin.”
Her wiha dayika berxwedêr Egîd, Nûra Ibrahîm Dawê jî êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û wiha got: “Yên ku êrîşî Efrînê dikin bila bizanibe ku ev der Kurdistan e, ev der cihê leheng û serhildêran e. Bila kes çav bera axa me nedin. Em ê heta dawiyê li axa xwe xwedî derkevin.”
Dayika berxwedêr Farûq Gemra Elî jî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nerazîbûna xwe nîşan da û wiha got: “Em hemû êrîşên ku li ser Efrînê tên kirin şermezar û lanet  dikin. Weke ku destpêka şerê xwe li Serê Kaniyê Cebhet El-Nusra anî bajarê me, çi kir û çi nekir,  lê ew bi ser neket, paşê jî planên xwe guhert û berê xwe da Kobanê jî û li wir jî têk çûn. Niha berê artêşa xwe daye Efrînê û bi hemû çekên giran li wir dixe, her kesî bêcudahî qetil dike. Lê wekî ku li ber berxwedana me li van cihên din ew têk  çûn, dê li Efrînê jî têk biçin. Em wekî dayikên berxwedêran soz didin ku em ê heta dawiyê li Efrînê xwedî derkevin û nehêlin kesek axa me dagir bike.”
Her wiha jinên ku dê beşdarî meşa mezin a Efrînê bibin berxwedana Efrînê slav kirin û gotin ew ê Efrîn nekeve, dê berxwe bide.
Jina bi navê Ediya Huseyin Nûri got:” Em ji bo Efrînê amade ne ji bo ku em piştgiriya xwe bidin gelê Efrînê em hatine vê qadê. Ger ku were xwestin em ê jî biçin di çeperan de şer bikin serkeftin ya me ye.”
Radiya Mihemed Ehmed jî wiha got:” Em berxwedana Efrînê pîroz dikim. Em bejna xwe li ber şehîdên xwe ditewînim. Em wekhevî û aştiyê dixwazin em şer naxwazin.”
‘Zarokên me dikujin’
Eyşe Elî êrîşên li ser Efrînê şermezar kir û got:” Ez berxwedana Efrînê slav dikim. Ev 16 roj in berxwedana Efrînê didome. Di nav de gelek zarok û jin ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin. Zarokên me dikujin. Em van êrişan şermezar dikin serkeftin a gelê me ye. Ev bê mafî û êrişên li ser sivîlan wê bê bersiv nemîne. Ji ber ku berxwedana gelê me wê çiqas ku biçe gur bibe û tu caran natefe. Ji ber ku ev agir bi fedaîtiya Avesta Xabûr hatiye avdan. Em Barîn Kobanî jî ji bîr nakin û em ê heta bêhna xwe ya dawî têbikoşin.”
Back to top button