Arşîv

Jinên li dijî xizaniyê nanê xwe ji axê derdixin

Jinên kurd yên ji ber polîtîkayên dewletê neçar man koç bikin bi salane bi çêkirina tenûran li dijî xizaniyê têdikoşin. Jin her wiha kevneşopiyên xwe didin jiyin û bersiva herî baş didin kesên ew koçber kirine.
Kadriye yek ji wan jinên bi hilberîna tendûran debara xwe dike  ye.  Kadriye diyar dike ku hilberîna tenûrê jî û ya nan jî ji dayika xwe hîn bûye û û got: “Dema me nû koç kir me zêdetir tenûr çêdikirin. Niha em hefteyê yekê çêdikin. Em êdî pîr bûne. Tenduristiya me ne baş e. Karekî zehmet û kedê dixwaze ye.”
‘Yên dikirin jî mexdurê koçberiyê ne’
Kadriyeyê bi lêv kir ku bi taybet dema axê amade dikin bi jinan re dikevin piştevaniyê û ev tişt vegot: “Bi saya tenûrê em hem nanê xwe lê dixin û hem jî em tenûran difroşin û pere bi dest dixin. Me zarokên xwe bi vî awayî mezin kirin. Li gorî zivistanê em biharê zêdetir çêdikin. Yên tenûrê dikirin jî wek me koç kirine. Ji ber naxwazin dest ji nanê xwe berdin.”
‘Neheqî li me kirin’
Kadriyeyê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ew li dijî kesên ew koçber kirine kevneşopiya xwe didomînin û got: “Neheqî li me kirin. Çi ket destê wan? Bi dehan kesên xizan bi tena serê wan hiştin. Xwezî em li ser axa xwe bûna. Me digot emê vegerin lê dîsa şer dest pê kir.”
Back to top button