Arşîv

Jinên Ereb: Kes nikare axa Efrînê dagir bike

Jinên ji pêkhateya Ereb ên bajarokê Til Koçerê êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û peyama piştgiriya Efrînê dan.
Di encama êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêma Efrînê de ku ketiye roja xwe ya 18’an, gelek sivîl, jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li beramberî van êrîşan nerazîbûna gel her ku diçe li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, di heman demê de li seranserî cîhanê zêde dibe. Jinên pêkhateyên Ereb ên bajarokê Til Koçerê ya girêdayî Girkêlegê jî êrîşên li ser xaka Efrînê şermezar kirin.
‘Dê Tirkiyeyê hesabên van êrîşana bide’
Jina Ereb a bi navê Ala Nasîf got ku Tirkiye dixwaze desthilatdariya xwe li Rojavayê Kurdistanê mayinde bike û wiha pê de çû: “Tirkiye dixwaze careke din nexşeya xwe ya împratoriya osmanî ji nû ve zindî bike û gelê herêmê yên ku bi aramî dijîn aramiya wan xirab bike. Lê   piştî avakirina Pergala Netewa Demokratîk û rêxistinkirina gel êdî gel gihiştiye wê zanabûna ku çawa xwe li dijî qirkirinê biparêze. Hemû pêkhateyên ku li Efrînê dijîn xwedî îrade ne û mafê xwe diparêzin, kes nikare vîna vî gelî  bişikîne. Dê Tirkiyeyê hesabê  vê dagirkeriyê bide.”
‘Tirkiye naxwaze Kurd bibe xwedî statu’
Alayê da zanîn ku dewleta Tirk ji destpêka şerê Sûriyeyê heta a niha nexwestiye ku kurd bibe xwedî statu û wiha berdewam kir: “Tirkiye ji destpêka şerê Sûriyeyê heta a niha tim êrîşî Kurdan dike û naxwaze Kurd bibe xwedî statu. Tirkiye di dîroka xwe de bi desthilatdariyê hatiye nasîn, dîrok xwe dubare dike, tevahî bûyer li ber çavên me ne. Li Efrînê jî zarok û jin tên qetilkirin, hîn jî her kes bêdeng e, ev jî tê wateya hevkariya vê dagirkeriyê. Cîhan bê deng e, lê em xwediyê vê xakê ne û em ê xwe biparêzin.”
‘Efrîn ne bi tenê ye’
Jina bi navê Hiyam Almizhil jî qala êrîşên li ser Efrînê kir û wiha got: “Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şoreşa jinê ye û berxwedanê geş dike. Jinên Rojavayê Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe xwedî li şoreşa xwe derketin ji milê rêxistinî, siyasî û leşkerî ve. Dema ku destdirêjî li ser nirxên jinê tê kirin, divê dîsa jin a herî zêde xwe bide pêş û li nirxên xwe xwedî derkeve. Dewleta Tirk ji despêkê ve jinê hedef digire, herî dawî jî destdirêjî li ser cenazê Şehîd Barîn Kobanê kir, ev êşa tevahî jinan e. Jin bi azadiyê bang dike  û em ê tim li ser vê riyê bin, em ê tim li ser riya Arînan, Avestayan û Barînan bimeşin. Her dilopek ji xwîna wan ji bo me hêzek mezin e, wê ev hêz jî bibe agirê ku wê Tirkiyeyê û tevahî terorê bişewitîne ye. Em bang li tevahî jinên Sûriyeyê dikin ku bi hemû pêkhateyên xwe piştgiriyê bidin Efrînê, ji ber ku Efrîn ne bi tenê ye, Efrîn ya hemû pêkhateyan e.”
Back to top button