Arşîv

HSNB: Berxwedana Efrînê berxwedana jinê ye

Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên (HSNB) piştgiriya xwe ji bo berxwedana Efrînê re anî ziman û got “Berxwedana Efrînê berxwedana jinê û gelê herêmê ye, her wiha misogeriya pêşeroja azad e.”

Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên (HSNB) bi dirûşemeya “Berxwedana Efrînê berxwedana jinan û pêşeroja azad e” daxuyaniyeke da raya giştî.

Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên (HSNB) di daxuyaniyê de destnîşan kir ku êrîşên li ser Efrînê parçekirina Sûriyê û astengkirina projeya federaliya demokatîk a hemû gelên Bakurê Sûriyê hedef dike û got” Hêzên tarî û paşverû ji beriya sedên salan ve heta niha siyasetên xwe yên qirkirinê û tundekirinê li dijî gelan didomîne, da ku xwe wekî hêzeke tekane li ser erdê feriz bike û mafên gelan tune bike. Îro em dibînin hikûmeta faşîm a dagirkeriya Tirkiyê li pêşiya cîhanê bi hemû derfetên xwe yên leşkerî  û çekên giran êrîşî Efrînê dikin. Ev êrîş piştî erêkirina Rûsiya dest pê kir. Êrîşên li ser Efrînê armancên xwe şikandina vîna gelên Bakurê Sûriyê û astengkirina projeya federaliya demokratîk, her wiha ji bo parçekirina Sûriyê ye.”

Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên di berdewama daxuyaniya xwe de bal hate kişandin ku QSD‘ê ku di nav xwe de YPG, YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryan digire herêma Efrînê û hemû gelên federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê diparêze û misogeriya serkeftinê ye nîşan dide.

Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên ddestdirêjiya li ser cenazeya şervana YPJ‘ê bi kiryarekî wehşî û ne mirovî bi nav kir û wiha dom kir “Heqaret û hoviya leşkerên Tirk û çeteyên wî gihaştiye wê asta ku destdirêjiya li ser cenazeya şervana YPJ‘ bikin. Ev  yek tê wateya ku dijminê diktator ku zihniyeta Qaîde û desthiltdariya Tirkiyê temsîl dike, berxwedana jinê qebûl nake. Li aliyekî din çalakiya Avesta Xabûr a li hember hêzên Tirk ku di encamê de hejmarek leşker hatin kuştin, kîna Erdogan a li dijî jinê zêde kir.”

Hêzên Parastina Jinên Beyt Nehrên (HSNB) di dawiya daxuyaniyê de êrîşên arêtşa Tirk a dagirker li ser Efrînê, jin û sivîlan şermezar kir û bang li hêzên navdewletî kir ku destwerdanê bike da ku êrîşên qirêj ên Tirkiyêwere rawestandin û got “Berxwedan, cesareta jinên Efrînê û tevahî herêmên Sûriyê rihê hêvî û serkeftinê diyar dike, tu kes nikare li hemberî azadiya jin û azadiya hemû gelê Bakurê Sûriyê bisekinin. Wekî hêzên leşkerî em heta dawî jin û gelê xwe biparêzin. Berxwedana Efrînê berxwedana jinê û gelê herêmê ye, her wiha misogeriya pêşeroja azad e. Em bi hemû derferên xwe piştgiriyê bidin berxwedana Efrînê.”

 

Back to top button