Arşîv

Esnafên Wanê: Sekinandina şer çareserkirina pirsgirêkan e

 Li Tirkiyeyê piştî ku  OHAL hat îlankirin şûnde bi tu awayî pêşiya qeyrana aborî nayê girtin. Herî dawî bi êrîşkirina Efrînê re qeyran kûrtir bû. Piştî ku OHAL hat îlankirin bi dehan esnafan deriyê kargehên xwe girtin û yên mayî jî li ber îflasê ne.
Li Tirkiyeyê piştî ku OHAL hat îlankirin û şûnde qeyrana aborî her roj zêdetir bû. Ev qeyrana ku zêde bû bi êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê her ku çû bêhtir kûr bû. Jinên ku di her qadên aboriyê de bi derfetên herî kêm debara xwe dikin jî para xwe ji vê qeyranê girtin. Jinên Esnaf derbarê qeyrana aborî de axivîn û gotin ku pereyên ji şer re tê veqetandin, ji gel re nayê veqetandin.
‘Bila qeyrana aborî bê çareserkirin’
Jina ciwan a  bi navê Sîbel Zafer a ku di bazaran de li gel brayê xwe bi firotina kincan debara malê dike axivî û got ku tu salan mîna îsal wan zehmetî nekişandiye û wiha axivî:”Em Her roj li derekê bazarê vedikin. Em seat di 9’an de dezgehê xwe vedikin û   heta êvarî saet di 4’an de karê me berdewam dike. Ji ber ku zivistan e jî bi rastî em pir zêde zehmetiyê dikşînîn û ji ber sermayê mirov nikare zêde li derve bimîne. Lê li gel evqas zahmetî jî  gelek caran em destvala diçin malê. Ji ber şerê heye û tunebûnê gel ji dan û stendinê ditirse. Betalî gelek zêde ye û tu kes nikare ji bo xwe karekî bibîne. Ev jî bandorê li ser firotina me dike. Sala çûyî baştir bû her ku diçe rewşa xirabtir dibe. Em dixwazin qeyrana aborî bê çareserkirin.”
‘Ger şer bê sekinandin wê pirsgirêk çareser bibe’
Gulîstan Moho diyar kir ku ji ber şerê heyî hemû tişt buha dibin û got ku ji ber ku gel pêşeroja xwe nabîne kesên/kesa ku pereyê wan hebe jî vedişêrin pereyên xwe vedişêrin û wiha got:”Ev çen sal in ez esnafiyê dikim. Cara yekem e ku ez evqas zahmetî dikişînim. Ji ber şer gel neçar maye. Di demsala havînê de qet nebe gel bi hilbirîne û firotina zebze û fêkî debara xwe dikir lê her ku diçe rewş xirab dibe. Em nikarin firotinê bikin û karê me nameşe. Dikanên me hemûyan vala bûne. Lê ku şer bê sekinandin û aramî çêbibe wê pirsgirêk bên çareserkirin.”
‘Divê tirkiye di destpêkê de pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike’
Esnaf Gûlîstan Orhan jî bi lêv kir ku gel bi birçîbûnê tê terbiyekirin û wiha dirêjî da axiftina xwe:”Em her roj serê sibehê saet di 8’an de kargeha xwe vedikin. Rojê herî zêde 3 yan jî 4 kiriyerên me tên. Gelek caran jî kesên tên pere li cem wan tune ye. Em gelek caran rûdinîn heta êvarê û destvala diçin malê. Li tirkiyeyê her esnafek heman pirsgirîkê dijî. Ji bo qeyrana aborî çareser bibe divê şerê li welat bên sekinandin. Em bi salan e aşitiyê dixwazin. Divê tirkiye pirsgirîkên xwe yên navxweyî çareser bike.”
‘Piştî OHAL’ê rewş xirabtir bû’
Herî dawî Yildiz Kormaz ku dirûngeha wê heye axivî û ev tişt  got:”Ji şerê ku tê kirin herî zêde esnaf bi bandor dibin.  Piştî ku OHAL hatiye îlankirin şûnde  rewşa aborî xirabtir bû. Karê me nebaş derbas dibe. Ji ber siberoja ne diyar a li welat ji aliyekî ve betalî û bê peretî tê jiyîn ji aliyê din ve jî yên ku pereyê wan heye jî naxwazin ku serf bikin û ditirsin.  Ez serê sibehê heta êvarê li kargeha xwe rûdinim û êvarê jî vala diçim malê. Divê di destpêkê de OHAL bê bidawîkirin û  pişt re jî şerê heyî bê sekinandin. Em êdî nema karin debara mala xwe bikin. Em bi rewşeke pir awarte re rû bi rû ne.”
Back to top button