Arşîv

Jinên Êzidî: Têkoşîna gelê Efrînê têkoşîna me ye

Li navçeya Sînûnê ya Şengalê ji bo Efrînê Konê Piştgiriyê hatibû vedan. Gelek ciwan, hunermend û hêzên YJŞ’ê serdana kon kirin û peyama piştgiriyê dan.
Li navçeya Sînûnê ya Şengalê ji bo Efrînê Konê Piştgiriyê hatibû vedan. Gelek ciwan, hunermend û hêzên YJŞ’ê serdana kon kirin û peyama piştgiriyê dan. Serdan û piştgiriya gel bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Li ser navê YJŞ’ê Axîn Tolhildan axivî û got:”Em weke hêza gel û jinên Ezîdxan dibêjin ku tekoşîna gel û jinên Efrînê tekoşîna me ye. Em bi wan re ne. Em ê hemû bi yek dilekî xwedî li Efrînê derkevin. Bijî berxwedana Efrînê.”
Her wiha endama Meclîsa RJAK’ê Necîbe Emer jî diyar kir ku têkoşîna Efrînê nîşaneya hêza jinê û civaka gelê kurd e û wiha got:”Kesên ku li dijî azadî û yekîtiya gelan e û Efrînê bombebaran dikin bila baş bizanibin ku Efrîn ne bi tenê ye û cihê têkoşîn û serîhildanê ye.”
Li ser navê TAJÊ jî Kurdê Elî axivî û got:”Em berxwedana Efrînê silav dikin. Piştgiriya jinên Êzidî ya ji bo Efrînê dê bidome.  Berxwedan û serkeftina gelê Efrînê ya me ye. Heta ku êrîşên li ser Efrînê bi dawî nebe dê têkoşîn û piştgiriya me ya ji bo Efrînê bidome.”
Back to top button