Arşîv

Kongreya Star ji bo Efrînê bang li jinên cîhanê kir

Rêxistina Kongreya Star a Efrînê bi daxuyaniyekê bang li hemû jinên cîhanê kir ku ji bo Efrînê rabin ser piyan.

Rêxistina Kongreya Star a Efrînê derbarê êrîşên dagirkeriya Tirkiyê Ii ser Efrînê, daxuyaniyeke da  raya giştî. Daxuyanî bi amadebûna bidehan jinên kantonê li Qada Azadî hae dayîn.

Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê Hêvîn Heso ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:EFRIN-DAXUYANIYA-KONGIRA-STAR (1)

ʺJi 20`ê Çileyê 2018’an ve artêşa Tirk bi hevkariya DAIŞ, El Qaide û El Nusra ve bi dijwarî êrîşa  Kantona Efrînê dike. Bajar, gund, niştecih û wargehên penaberan bi armanca penaberkirina nişteciyên Efrînê û dagirkirina herêmê şev û roj bi belafir û topên arteşa Tirk tên bombebaran kirin. Her wiha arteşa Tirk cihên pîroz ên ibadetê û dîrokî jî dixe armanca êrîşên xwe. Li hemberî binpêkirina mafên navnetewî, komkujiyan û sûcên şer yên dewleta Tirk saziyên navnetewî heta niha bêdeng dimînin. Di heman demê de arteşa Tirk û hevkariyên wê bi taybet qirkirinekê hovanê li ser jinan dimeşînin.

Erdogan armancên êrîşa xwe ya li dijî Efrînê weke pêngava dagirkirinê axa Bakûrê Suriyê û tunekirina pergala Xweseriya Demokratîk eşkere da xuyakirin. Dewleta Tirk li kêleka êrîşên xwe yên nijadperest, olperest û zayendperest hewil dide ku şopên dîroka jinê û çanda xwedevendan li herêma me ya heyî tune bikê. Efrîn yek ji şûnwarên herî kevnar ên xwecihbûnê û şoreşa çandiniyê yên li Kevana Zêrîn e. Jin roleke pêşeng di vê pêvajoya dîrokî de leystine û jiyanek li ser bingeha wekheviyê ava kirine. Lewma ew serdem wek şoreşa yekemîn a jinê tê binavkirin. Di mîrateya gelên herêmê de Xwedavenda Îştar wek sembola çanda hevbeş hatiye dîtin. Wek li Parastgeha Ain Dara ku divegere 3000 sal B.Z. li gelek cihên Efrînê şopên çanda kevinar a Îştarê hatine parastin. Li ser kevirên perestgehê şûna lingên mezin xuya dibûn ku weke nîşana hebûn û rihê Xwedevenda Îştarê hatine şopandin. Bi riya bombebarankirin û rûxandina Parastgeha Îştarê ve dewleta Tirk hewil dide serdestiya xwe ya faşîst û zayendperest li ser jin û gelan ferz bike.

Lê, li pişt her girek û dareke zeytûna bi dehan destanên qehremaniyê hene ku jinê bi tekoşîna xwe nivîsandiye. Em wek jinên Efrînê ji bo parastina mîrateya xwe ya şoreşa jinê ya yekemîn bi biryar in. Bi vîn û israr em ê tekoşîn û berxwedaniya xwe li hemberî tevahî cureyên zilim, koletî û dagirkeriyê bilind bikin û şoreşa jinê ya duyemîn li ser axa xwe serbixin. Ji destpêka Şoreşa Rojava ve jin rolek pêşeng di binxistina terora DAIŞ`ê û êrişên dagirkeran leystine. Lehengên jin wek Arîn Mîrkan û Avesta Xabûr ji tevahî jinê cîhanê re bûn mînakên kesayeta jina azad. Herwiha jin di avakirina pergala Xweseriya Demokratîk de xwedî keda mezin bûn. Dîsa me saziyên xwe yên xweser weke komîn, akademî û kooperatîfên jinê di qada civakî de avakirin û hêzên parastina jinê bi rexistin kirine. Me dît ku çeka me ya herî xurt hevgirtina jinan e. Li ser vî bingehê me hêz, yekitî û vîna xwe pêşxistin. Em îro dibînin ku bi deh hezaran jin ji bo parastina ax, jiyan û pêşeroja xwe a li Efrînê çek rakirine. Berxwedan û têkoşina jinên YPJ`ê, Asayişa Jin û Parastina Jinê beşek ji berxwedana jinên cîhanê li hemberî hemû rengên hovîtî, dagirkeriyê, kuştina jinan û faşîzmê ne.

Li hemberî binpêkirinên zagonên navnetewî û mafên mirovan ku li pêşiya çavên tevahî cîhanê li Efrînê diqewime, peşxistina hevgirtin û têkoşîna hevbeş a jinên cîhanê wê bibe çeka me ya herî xurt. Bi rabûna jinan li ser şopên Xwedevenda Îştarê em ê pergala şer û desthilatdariya zilam ji holê rabikin. Em banga tevahî jinên azadixwaz yên cîhanê dikin: Ji bo parastina  nirxên mirovahiyê, Rabin Ser Piyan ji bo Efrînê! Werin, em e hevkarî û çalakiyên xwe xurt bikin ta ku em şoreşa jinê li tevahî cîhanê belav bikin!

Em bang li xwişkên xwe yê cîhanê dikin ta ku bi lez bikevin tevgerê. Li herderê jin dikarin beşdarî kampanyayê haştagê #WomenRiseUpForEfrin bibin. Bi şewazên dewlemend yên çalekiyan em dengê jinan ji bo aşitî û azadiyê bilind bikin. Heta me şerê dewleta Tirk da sekinandin em e vî kampanya bidomînin û em dibêjin:

  • Li hemberî dagirkerî û êrîşên dewleta tirk yên ser Efrînê em berxwedana xwe bilind bikin!
  • NA ji komkujî û qirkirina jinê re !
  • Ji bo parastina gel, ax, çand û mîrateya dîrokî ya Efrînê rabin ser piyan !
  • Ji bo parastina rêveberiyên demoqratîk û xweser a li Rojava û Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûrî rabin ser piyan!
  • Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye!
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27