Arşîv

Hêvî Mustafa: Êrîşa li ser Efrînê dê DAÎŞ’ê ji nû de bi hêz bike

 Hevseroka Meclîsa Rêvebirina Efrînê Hêvî Mustefa diyar kir ku li Efrînê sîvîl, dîrok, îradeya azadiya jinê hedef tê girtin û wiha got:”Li Sûriyeyê hêdî hêdî dawiya terorê tê. Dewleta tirk dixwaze terorê ji nû ve zindî bike û li tevahiya Sûriyeyê belav bike. Ev êrîşana dê DAÎŞ’ê bi hêz bike.”
Êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê ket roj 22’emîn. Ji roja destpêkê de bi armanca valakiran Efrînê bi balafir û bombeyan sîvîl hedef hatin girtin. Efrîn bi 700 hezar kesên ku lê dijî li dijî artêşa tirk a çaremîn NATO’yê ev 22 roj in serî hildide. Ji a niha de navê xwe wekî ‘Serîhildana Demê’ di dîrokê de nivîsand. Efrîn gelek nîjadên wekî Kurd, Ereb, Çerkes, Ermenî û olên cuda di nava xwe de vedihewîne. Her wiha bi pergala hevserokatiyê ji cihê ku herî zêde îradeya jinê ya bi hêz derdikeve holê ye. Jin tevî komunan di rêveberiya Kantona Efrînê de ji sedî 54’an zêdetir cihên xwe digirin. Yanî îradeyeke ku sîstema wekhev a jinê diparêze li Efrînê heye.
‘Sîvîlan hedef digirin’
Li gor Efrîniyan bi Şoreşa Rojava re sîstemek wekhev hat avakirin û hedefa dewleta tirk a esil ew e ku van destkeftiyên ku ji Rojhilata Navîn re dibe mînak tune bike ye. Hevseroka Meclîsa Rêveberiya Kantona Efrînê Hêvî Mustefa anî ziman ku gelek sedemên van êrîşana hene. Hêvî wiha got:”Tirkiye û teroristên ku girêdayî wê yên wekî El Nusra û DAÎŞ bi çekên giran êrîşî Efrînê dikin. Dema darbe ji gel û ji YPG/YPJ’ê xwarin vê carê êrîşî sîvîlan kirin. Herêmên sîvîl, cihên dîrokî, dibistanan hedef digirin. Armanca wan yek jê şikandina îradeya gelê me ye.”
‘Hedefa wan ew bû ku gel bitirse lê gel netirsiya’
Hêvî anî ziman ku armanca wan ew bû ku sîvîlan bitirsînin û sîvîl birevin û wiha dewam kir:”Lê sekna gelê me bû mînak. Armanca dewleta tirk a yekem ew bû ku îradeya gelê kurd bişikîne, ya duyem şerê Sûriyeyê dewam bike û neqede bû, ya sêyem jî ew bû ku pratîka demokratîk a di nav gelan de tune bikin.”
‘Dîrokê tune dikin’
Hêviyê anî ziman ku armanca Tirkiyeyê ne tenê tunekirina mirovan e di heman demê de dîroka ku mîrateya çanda mirovan e jî hedef digirin û wiha pê de çû:”Cihên dîrokî Endare, Kela Nebîhuri, Dêr Mermeran, Albiske ji aliyê balafirên şer ve hatin bombebarankirin. Dewleta Tirk kê hedef digire? Dewleta tirk gelê me hedef digire. Her wiha cihê dîrokî hedef digire. Dixwazin hafizaya civakî ya hevpar tune bikin.”
‘Êrîşa li dijî Efrînê li dijî îradeya jinê ye’
Hêviyê di heman demê de anî ziman ku Efrîn bajarekî jinê ye û wiha got:” Dewleta tirk ciwanên azad hedef digirin, êrîşî jinan dikin. Çimkî lehengiya jinê di cîhanê de deng veda. Vê lehengiyê dawî li DAÎŞ’ê anî. Bêrêzdariya li dijî laşê hevalek me ya jin nîşan da ku ew têk diçin.”
‘Me ji bo hemû cîhanê li ber xwe da’
  
Hêvî bêdengiya cîhanê ya li dijî van êrîşana rexne kir û got:”Hemû mirovatî deyndarê YPG/YPJ’ê ye. Gelê ku bi saya fedakariya lehengan tama azadiyê girtin biryara xwe dan, ew ê serî hildin. “
‘DAÎŞ’ê bi hêz dike’
Hêviyê wiha got:”Li Sûriyeyê hêdî hêdî dawiya terorê tê. Dewleta tirk dixwaze terorê ji nû ve zindî bike û li tevahiya Sûriyeyê belav bike. Ev êrîşana dê DAÎŞ’ê bi hêz bike.
Back to top button