Arşîv

17 sal in bi xebateke hevpar debara xwe dikin

 Li Wanê dayika Ferînaz  û hevjînê xwe bi kedeke mezin bi  çêkirina cinimêjan (secade) xebatek hevpar dikin û pê debara xwe dikin.
Jinên kurd li gel zindîkirina çanda kurdewar xweseriya xwe ya aborî jî pêk tînin. Ji dîrokê û heta niha jinên kurd bi hilberîna destan ku dikin hem çanda xwe diparêzin, hem jî xweseriya xwe ya aborî ava dikin û debara xwe dikin. Li Wanê dayika Ferînaz Coban(65) bi hevjînê  xwe re di malê de bi dezgehên  ku ji daran ava kirine cînimêjan hildiberînin û bi  vê hilberînê debara xwe dikin.
‘Em bi hev re hilberînê dikin’
Dayika Ferînaz anî ziman ku ew li gel hevjînê xwe hêzek û aboriyek hevpar derdixîne holê û wiha axivi: “Ji ber ku gundê me hat valakirin me ji gundê Hîzana Bedlîsê  koçî Wanê kir. Em 17 sal in em bi çêkirina cilnimêjan debara xwe dikin. Min pir dixwest ku ez niha li gundê xwe bûma û min bêrîvanî bikira. Lê mixabin ez li vir im.  Ez û hevserê xwe ev 17 sal in bi hev re û bi heman hêzê em cilnimêjan çê dikin. Ji ber ku dayik û bavê min afirîner bûn min jî hêza xwe ji wan girt. Me bi daran dezgehê xwe ava kir. Ez û hevjînê xwe di warê çêkirina cilnimêj û berik çêkirinê de serkeftî bûn. Em kedeke hevpar aboriyek hevpar ava dikin. Jin ji mêran jêhatîtir in. Ji ber wê divê di kargehan de her tim însîyatîf  di destên jinan de be. ”
‘Çêkirina cilnimêjan kedeke mezin dixwaze’
Dayika Ferînaz bi lêv kir ku ji her deveran kiriyarên wan hene û got ku çêkirina cilnêmêjan hem zehmet e û hem jî karekî gelek xweş e û wiha berdewam kir:”Em zêdetir cinimêjan çê dikin. Ji her ku em wan bi rengekî dikarin hilberînin. Ez û hevjînê xwe her roj bi hev re 2 cinimêjan diqedînin û difiroşin. Bi rastî çêkirina wan kedeke mezin dixwaze. Em bi hezkirineke mezin karê xwe dikin. Ger ku mirov bixwaze mirov dikare bi her awayî debara xwe bike. Ez û hevjînê xwe ji cîranan û kesên derdorê re dibin mînaka xebateke hevpar. Gelek caran ez û hevjînê xwe li gel xebatê kilaman jî dibêjîn. Kêfa min ji xebata hevpar re pir zêde tê. Çanda me a berê jî wiha bû û me bi hunera destan hilbirîn dikir. Me ji her amûrekî û ji her tiştekî sûd digirt. Afirîneriya nifşê berê zêdetir bû.”
‘Jiyan bi xebatek hevpar xweş e’
Ferînazê herî dawî da zanîn ku ew ê tu car dev ji çêkirina cinimêjan bernede û wiha dawî li axaftina xwe anî:”Temenê me derbas dibe lê hîna ji bo jiyanê hewlek me heye. Herkes dikare bi vî awayî hem çanda xwe biparêze û hem jî debara xwe bike. Jiyan bi xebatek hevpar  xweş e. Derfetên me yên ji bo avakirina aboriyê pir zêde hene. Tenê pêdivî bi yekîtiya hêzê heye. Gava ku mirov dixebite û kedê dide mirov aramtir dibe. Ji ber wê yekê jî ez  tu car naxwazim dev ji xebatê berdim.
Back to top button