Arşîv

Efrîn wê pêşerojê diyar bike

Hevseroka Meclisa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif li ser berxwedana serdemê gelek nirxandin kir. Hediye Yûsiv diyar kir ku armanca dewleta Tirkiyê valakirina herêma Efrînê ye, her wiha ji bo têkbirina projeya Federaliya Demokratîk tevî artêşa xwe terorîstan bikar tîne. Hediye got “ wê gelên herêmê tenê pêşeroja xwe diyar bikin, helwsta gelê Efrînê ku heya niha di gundên xwe de maye serkeftin bi xwe ye”
Hûn çawa berxwedana serdemê dinirxînin, ango çi hêşt navê serdemê li vê berxwedaniyê bê kirin?
Hediye Yûsiv: hovîtiya ku dewleta tirk dike ne nû ye. Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve hevkarê terorê re ye. her wiha hat xuyakirin ku destê hemû hêzên navnetewî û herêmî di vê kirîza Sûriyê de heye. hemû jî ji bo pariyekî xwe di Sûriyê de veqetînin derbasî Sûriyê bûn. Bakurê Sûriyê ji van buyeran ne dûr bû û her xwe li hember êrîşan parast. Di 2012’an de bi me bi çekderan re şer kir. Piştre Elenusra û selefiyan re bû. di 2014’an bi DAIŞ’a ku buye nûnerê terorîsma global, lê niha jî li hember artêşa dewleteke dagirker a NATO’yê re em şer dikin. Ji ber wê hêzên me zêde li dijî êrîşan xwe parast û piştre jî sîstemek demokratik dan avakirin. Bı tekoşina li dijî terorê bi rizgarkirina Reqayê re gelek dengeyên siyasî hatin guhertin. Niha bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku 20 roj zêdetir li pey xwe hêşt û helwesta gel û bersivên hêzên me hêşt ku navê serdemê lê bê kirin.
Bi nêrîna we çi li ba dewleta Tirk heye ku dikar ewqas zextan li hêzên navnetwî bike, ne tenê ev lê wan jî tehdîd dike?
Divê em zanibin Tirkiye Endamekî Nato yê ye, ji ber vê hebûna Tirkiyê ya siyasî û aborî bi hemû dewletên pragmatîst re li ser bingehê berjewndiyan hatiye avakirin. Jê zêdetir ku dewleta Tirk buye hêlîna çeteyan. Koçeberên ji Sûriyê ku bi riyên Tirkiyê derbasî Ewropa dibûn ji bo çeteyan jî hat bikaranîn, ji ber wê Tirkiyê di serî de Ewropa tehdîd dike û dibêje wê sînorên xwe bi temamî ji wan re veke. Ya din jî mijara balafirgeha Incirlîkê ye. Lewma dixwaze raya gîştî ji xwe re bide şixulandin û îqnaa bike.
Hûn wek federaliya demokratîk pala xwe didin çi rêbazan ji bo vala derxistina van êrîşan?
Dema şoreş dest pê bû kurd tekoşînek demokratîk dan meşandin. Piştre gel hat bi rêxistinkirin. hêzên wê hatin avakirin. Di wê demê de kesî em bikaribin pala xwe bidinê nebû me tenê bi hêza gel serkeftin bi pêş xistin. Ango em tenê bi hêza gelên bakurê Sûriyê sekeftina pêk bînin. Lê dîsa jî em di nava hewldanên têkilyan de ne. Berxwedana gel van riyên dîplomatîk vedike û wê dengayan bide guhertin.
Hûn helwesta gelên bakurê Sûriyê û deverên din yên Sûriyê çawa dibînin?
Me da diyarkirin ku serkeftina li bakurê Sûriyê û rêxistinkirina gel hemû êrîş têk birin. hatina bi hezearan gelên bakurê Sûriyê bi kerwanekî heybet ber bi Efrînê ve diyar kir ku îradeya Sûriyê ger yek be wê tu kes nikaribe Sûriyê dagir bike. Lê li deverên din ên Sûriyê îradeya gel hatiye vemirandin. Mijar ne tenê Efrîn e, dema Cerblus û Bab jî hatin dagirkirin kesî dengê xwe nekir. Ji ber wê niha hêviya tevahî Sûriyê li bakurê Sûriyê tê nîşandan. Lê mixabin, şerê me li dijî terorê bû xelkên Sûriyê nizanîn çi dibe. niha jî aşkere Tirkiyê dixwaze Efrîn ku beşek ji vî welatî ye dagir bike. Erka her Sûriyekî ye ku li dijî vê dagirkeriyê raweste. Armancên Tirkiyê aşkere bû. tirkiyê bi van êrîşan hewl dide tola têçûna DAIŞ hilde, mijar ne tenê kurd in.
Bi guhertina Demografî re dixweze gel vala bike, mayîna gel di gundên xwe de çi peyamê dide?
Berxwedaniyekî pîroz e. Ji ber dewleta tirk bi hemû hêza xwe dixwaze vîna vî gelî bişkîne. Dixwaze herêmê ji xelkên wê vala bike û û qir bike, talan bike û hilweşîne ji ber wê bi rêbaza xirabkirina herêmê û binasaziyê êrîş dike. Kesên ji Efganîstan û taliya cîhanê çeteyan tîne û dixwaze wan bi cîh bike. Ji ber wê bi milyarên dolar dide wan. Gelê me ku derneketiye serkeftin bi xwe ye. Gelê me zane ye çawa ku gundên xwe bernedane wê heya dawiyê jî bernede.
Pêşeroja vê herêmê wê çibe. Gelek gotegot û temîn tên kirin ku tifaq û hevdîtin hene, hûn çi dibêjin?
Pêşeroj girêdayî hewlwest û sekna gelên herêmê bi xwe ye. Girêdana wan bi hêzên parastinê ye. Lê bi gelek caran me di hevpeyman xwe ya civakî de gotiye Efrîn û bakurê Sûriyê beşekî Sûriyê ye. Ti tifaqekî me û rêjîmê nîne. Lê; Em dibêjin ew erka dewletê ye ku sînorên xwe hene û divê sînoên xwe biparêze û dikare ezmanên xwe li dijî balafiran bigire. Ev nayê wê wateyê jî ku wê artêşa Sûriyê were Efrîn. Ji ber artêşa xwe bi xwe ne maye. Bi gîştî Em di nava têkiliyan bi hemû hêzên Ewropî û navdewletî re ne ta ku em bikaribin êrîşên dewleta tirk rawestînin.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27