Arşîv

Li Qamişloyê komploya navneteweyî hat şermezarkirin

 Ji bo şermezarkirina 19’emîn komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin.
Bi pêşengtiya Meclîsa Eyaleta Qamişloyê, Parastina Civakî û Şaristan Qamişloyê,  ji bo şermezarkirina 19’emîn komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran welatiyên Kantona Cizîrê bi giştî sazî, meclîs rêxistin, komîn û giştî pêkhateyên Bakûrê Sûriyeyê di  çalakiyên meşê de amade bûn.
Meş ji gundê Heremê Şêxo dest pê kir û ber bi balafirgeha zîraet a girêdayî gundê herêma Şêxo ve hatin. Di meşê de wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat hilgirtin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” hat berzkirin. Di destpêkê de ji bo berxwedêrên azadiyê deqeyek rêz hat girtin.
Her wiha Hevseroka Federaliya Bakûrê Sûriyeyê Foza Yusif axivî û wiha got:”Em vê komploya navneteweyî ya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat meşandinê em şermezar dikin. Rêber Apo di nav zindana Îmraliyê de di nava çar dîwaran de li himberî zor, zehmetî û tecrîdê li ber xwe dide. Bi navê hemû gel jin û mirovên azadîxwaz Rêber Apo di rewşên herî zehmet de li ber xwe dide. Armanca Komployê ew e ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ku îradeya gelê Kurd bişkînin, lê em Kurd gelekî berxwedêr in û ji tu dijminan natirsin. Em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne. Ji ber vê yekê jî gelê Kurd serkeftî ye û bi ser dikeve û wê bi ser keve, “Bijî ber xwedana Efrînê” “Bimre koploya 15’ê Sibatê” “Bê serok jiyan nabe.”
Çalakî bi govenda ciwanan bi dawî bû.
Back to top button