Arşîv

Jinên Efrînê li ser destwerdana lezgîn xwe perwerde kirin

Di çalakiyên kampaniya “Jinên cîhanê; ji bo Efrînê serî hildin” de jinên kantonê li ser destwerdana lezgîn têne perwerdekirin.

Kampaniya  bi navê “Jinên cîhanê, ji bo Efrînê serî hildin” duh ji aliyê Rêxistina Kongreya Star a Kantona Efrînê bi armanca ku jin li gorî rewşên şer werin rêxistinkirin, hatiye destpêkirin, didome.

Bi dehan jinên kantonê bi armanca ku  xwe li gorî rewşên şer rêxistin bikin û fêrî dermankirina lezgîn bibin berê xwe dane konê çalakiyê ku li Parka Şehîd Arîn hatibû venda.

Perwerdeyên destwerdanan lezgîn dê ji aliyê Meclîsa Tenduristiyê ve têne dayîn.

Di bin konê çalakiyê de, Rêveberê Kongreya Star Wehîde Xelîl axivî û bal kişand ser berxwedaniya gelê Efrînê Ii hemberî hovîtiya dagirkeriya Tirkiyê û anî ziman ku ne kevir û ne jî mirov ji êrîşên dewleta Tirk filitîne.

Pewerdeyên ku li vir bêne dîtin girêdayîne,  çawaniya rawestandina xwînê, cureyên dermanê ku pêwîst e werin bi karanîna û çawa nêzî şikerts û birînên parçeyên topan bibin.

Di çalakiya duh a kampaniyê, jin li ser bikaranîna çekên hatin perwerdekirin.

Back to top button