Arşîv

Kongreya Star a Şêrawa: Em bostekê ji xaka Efrînê bernadin

 Kongreya Star a navçeya Şêrawa diyar kir ku jinên Efrînê li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker berxwedanê didomînin û destnîşan kir ku ew bostekê ji xaka kantonê bernadin.

Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê bi amadebûna bi dehan jinan daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Kongreya Star Gulîstan Cafer ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de, êrîşên artêşa Tirk li ser herêma Efrînê, bi taybet hedefkirina jin û zarokan hate şermezar kirin.

Hate gotin,  “Em ji Erdogan û çeteyên wê re dibêjin ku em wekî jinên Efrînê berxwedana xwe ya li hemberî êrîşan dewam  dikin û diyar dikin ku em ê bi hemû hêza xwe destekê didin QSD‘ê.”

Jinên Kongreya Star her wiha di daxuyaniya xwe de bi boneya salvegera 19‘emîn a komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, komplo şermezar kirin û gotin, “Em ji cîhanê re diyar dikin em ê bersiva hemû pîlan û êrîşên dijber bidin, serkeftina Efrînê serkeftina felsefeya Rêber Ocalan. Em soz didin şehîd Arîn û Avesta û hevalên wan ku em bostekê ji xaka Efrînê bernadin.”

 

Back to top button