Arşîv

Ji bo tenduristiya jinan xebata alternatîf

 Felek Fîdan a xebatkara tenduristiyê  piştî qeyûm tayînî şaredariya Qoserê hat kirin ji kar hat derxistin û niha xwe amade dike ku derbarê tenduristiya jinan de perwerdeya alternatîf bide.
Piştî ku qeyûm tayînî şaredariya Qoserê bû, Navenda Jiyanê ya Tenduristiyê ya Ubeydullah Eren jî hat girtin û Felek Fîdan ya di navendê de dixebitî jî kar hat derxistin. Felek tevî her tiştî dest  ji xebatê berneda û li seranserê navçeyê perwerdeya tenduristiyê wê bide. Felekê diyar kir ku wê bi jinan re dîsa bê cem hev û diyar kir  ku di roja îro de pergala kapîtalîst veguheriye bazirgniyê û hewl dide di xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de  cudabûnê biafirîne.
Felek xwe amade dike ku di çarçoveya Bernameya Perwerdeya Tenduristiya Jinan (KSEP) de perwerdê bide jinan û bi komên girtî yên ji 12-20 kesan pêk tê re bê cem hev.  Felekê armanca perwerdeya ku bide wiha vegot: “Armanc ev e em bi jinan re dîsa bên cem hev. Min li navenda Ubeydullah Eren li ser tenduristiyê xebat dimeşand. Me xwe gîhan bi sedan sedan jinî. Me hewcedariyên wan yên tenduristiyê tespît kirin. Me gelek tişt li hev zêde kir. Ez ji kar derketim. Min bi perwerdeya ji Weqfa Tenduristiya Malbatî ya Tirkiyeyê girtiye, xebatek wisa derxist holê. Bi vê xebatê re em ê di alî tenduristiya jinê, zayenda jinê û têkiliya bi zayenda hember re perwerdeyê bidin. Her wiha li ser şîdeta nav malbatê, ensest û zextên serdestiya mêr perwerda bidin.
‘Jin pirsgirêkan dijîn’
Felekê diyar kir ku bi taybet li herêmê jin di alî xwegîhandina xizmetên tenduristiyê de pirsgirêkan dijîn û got jin beyî ku biçin nexweşxanê dikarin mudaxaleyî gelek nexweşiyan bikin.
Her modul wê 90 deqe berdewam dike
Felekê mijarên di modulan de jî wiha vegot: “Em hewl didin bi vê bernameya perwerdeya tenduristiya jinan tevgerên bi tendurist bi jinan bidin qezenckirin. KSEP ji 13 modulan pêk tê. Her modul 90 deqe ye. Bi awayê ku hefteyê carê pêk bê tê kirin.”
Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27