Arşîv

Ji Ber Bihabûna Madeyên Xwarinê Gazinan Dikin

Şêniyên Kantona Efrînê ji ber bihabûna madeyên xwarinê gilî û gazinan dikin. Şêniyan bihabûna madeyên xwarinê spartin keysbaziya ji aliyê bazirganan ve.

Ji ber rewşa dijwar ku herêm têre derbas dibe û astngiyên di çûn û hatinê de, ferzirkirina baceyan ji aliyê çeteyan û hêzên rejîmê ve û ji aliyekî din ve jî ne istiqrarbûna dolar bandoreke mezin li bihabûna madeyên xwarinê kiriye.

Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Nîhad Ebûd diyar kir ku sedema bihabûna madeyên xwarinê li kantonê ji ber ku çeteyan madeyên xwarinê yên derbasî Efrînê dibin bacê li ser bazirgan feriz dikin û wiha got: “Riyên ku derbasî Efrînê dibin hemû di bin dagirkeriya çeteyan de ne, ji ber vê yekê jî dema madeyên xwarinê derbasî kantonê dibin bac li ser bazirgan tê feriz kirin.”

Nîhad bang li aliyên peywendar kir ku destwerdana vê rewşê bikin da ku sînorekî ji keysbaziya bazirganan re diyar bikin û bihabûna madeyên xwarinê asteng bikin.

Welatiya bi navê Rohat Hesen jî sedema bihabûna madeyên xwarinê spart keysbaziya bazirganan û daketin û rabûna dolar li kantonê û rewşa herêmê ya giştî. Rohat bang li hemû bazirganan kir ku rewşa kantonê ku ev bû demeke di dorpêçê de ye di ber çavan re derbas bikin.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27