Dayîka 4 şervanan: Welat şêrîn e

Dayîka 4 şervanên azadiyê bi dilekî xurt hestên welatparêziyê wiha anîn ziman, ″Welat şêrîn e. Em ê her tiştî fedayî axa welatê xwe bikin.″
Dayîkên berxwedêr xwedî vîneke xurt in û ji bo parastina welatê xwe, zarokên xwe feda dikin.
Piraniya herêmên Rojava-Bakurê Sûriyê rastî êrîşên dijmin tên. Niha jî herêma Efrînê rastî êrîşên dagirkeriya Tirk û qirkirina çandê tê.
Dayîka Felek Mehmûd ji herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê ye. Dayîka 6 zarokan e, li gel hevjîn û cîranên xwe li ber xwe dide.
4 keç û xortên wê ″Henan, Silêman, Remedan û Meqbûle″ tevlî nava refên YPG′ê û Hêzên Asayîşê bûne û axa welatê xwe li hember êrîşên Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê diparêzin.
Şervanên xwişk û bira li eniyên şer ên Cindirêsê û Şiyê cih digirin.
Welat şêrîn e
Dayîka Felek hêvî dike ku bikaribe berê xwe bide eniyên şer û li gel zarokên xwe li dijî êrîşên dagirkeriyê şer bike û wiha got, ″Welat şêrîn e, em her tiştî fedayî axa welatê xwe bikin. Ez dikarin zarokan bînim, lê eger ku welatê min çû ez nikarim welatekî din bînim.″