Arşîv

Kongreya Star li dijî êrîşên li ser Efrînê banga” Helwesta xwe diyar bike” kir

Koordînasyona Kongreya Star anî ziman ku hedefkirina kerwanê gelê Bakurê Sûriyê li Efrînê armanca xwe ew e ku tevliheviyê û tirsê di nava gel de derxîne.

Koordînsayona Kongreya Star têkildarî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî kerwanê gelê Bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîsîkî ji bo raya giştî da.

Daxuyaniya Koordînasyona Kongreya Star wiha ye:

“Bangawazî ji bo gelê me yê Bakurê Sûriyê; êrîşên hovane yên barbariya Tirkiyê û çeteyên wê li dijî Efrînê ku zêdeyî mehekê li ser derbas bûye, hemû pîvan mirovî û qanûnên navdewletî bin pê dike, ev kiryar li pêşberî civaka navdewletî pêk tê.

Wekî tê zanîn, tevahî pêkhateyên Bakurê Sûriyê xwedî li berxwedana Efrînê ya ku hemû pîlanên terorîst û dagirkeran têk bir, derketin. Ji ber ku dizanin ku armanca dagirkeran ji  van pîlanan ew e ku herêmê ji nişeticihên wê vala bike. Li ser vê yekê dewleta Tirk û çeteyên wê bi mebesta ku sivîlên Efrînê û kesên ku piştgirya wan dikin, bitirsînin bi çekên giran êrîşan pêk tînin û tu cudahî daxe navbera zarok, jin, mezin û komkujiyan dike.

Em wekî Kongreya Star kiryarên derexlaqî yên DAIŞÎ û dewleta Erdoganî yên li dijî sivîlan û bêdengiya li hemberî kiryaran bi tundî şermzar dikin.

Her wiha em bang li raya giştî dikin ku helwesta xwe diyar bike, wekî din jî banga me ji gelê me ku derkevin qadan û çalakiyên xwe dewam bikin.

Em bang li hemû jinên cîhanê û gelên aştîxwaz dikin ku derbarê binpêkirinên li dijî xaka û gelê me û li dijî nirxên mirovî helwesta xwe nîşan.

 

Back to top button