Arşîv

‘Li dijî îxracê bi hilberînê li ber xwe didin’

 Jinên ku li dijî îxarcan bi alternatîfên xwe aboriya xwe pêk tînin, li Edeneyê dest bi hilberîna kuvarkan kirin. Jinan diyar kir ku ew bi piştevaniya didin hev hêza xwe xurt dikin û ev tişt gotin;”Em jî wekî van kuvarkan zêde dibin”
Jînên ku li dijî binpêkirina mafan serî netewandin, ji bo xwe cihên kar vedikin. Jinên ku dibêjin “Em kuvarkan dişibînin xwe”, dibêjin ku kuvarik jî zû digihên û ew jî yekitiya xwe zêde dikin û ji vê jî hêzê digrin.
‘Hilberîn berxwedan e’
Ji rêveberên KESK’ê yên berê Şukran Yeşîl a ku mamoste bû ku hat îxrackirin, diyar kir ku dixwazin wan bi birçîbûnê terbiye bikin lê di vî warî de jî bi ser nektine. Şukran diyar kir ku wan ji bo xwe dest bi karekî nû kirine û wiha got: “Hilberîn berxwedan e. Em fikirîn û me dest bi hilberîna kuvarkan kir. Di vê pêvajoyê de min piştgirî hem ji hevalên xwe yên ku hatin îxrackirin û hem jî ji yên din ên jin dît.  Dema ku em berhema hevpar ji bo xwe vediguherînin qezencê ev bêhtir hêzê dide me.”
Şukran pêvajoya hilberîna kuvarkan jî wiha vegot: “Bi giştî 40 roj dem ji wan re divê. Piştî ku tên çandin bi demeke kurt spî dibin û derdikevin. Di dema komkirinê de em bi kuvarkan re dikevin têkoşînê. Jî ber ku zû çêdibin û zêde dibin. Hîn berîya ku em rêza xwe biqedînin yên biçûk mezin dibin. Ji ber vê jî dema ku em kuvarkên xwe divê bibin bazarê pêdivî bi alîkariyê heye. Di vî warî de ez xwe bi şens dibînim.”
‘Em ê  bi ser kevin’
Mamoste Herdem Koç ê ku hat sirgûnkirin û piştre ji aliyê dagehê ve mafdar derket. Herdem diyar kir ku ew ji hilberînê hêzê digirin û wiha berdewam kir: “Dibe ku ev pêvajo me biêşînê lê em ê bi ser kevin. Sedema wê jî mafdarbûna me ye. Mamosteyên ku karê xwe berdewam dikin divê ji xwendekarên xwe re bahsa aştiyê û xweşkahiya wê bikin. Vê hevkariyê jî nîşan  da ku jin dema mil bidin hev çiqas bi hêz in.”
‘Bi awayê kêfî em hatin îxrackîrîn’
Sîbel gulşen a ku hat îxrackirin jî got ku rojên xirab wê bi piştevaniyê biqedin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez hêj nizanim ku çima hatime îxrackirin. Ji min re nayê gotin ku ez ji ber çi hatime îxrackirin.  Ev tê wê wateyê; bê sedem jî dibe ku em hatibin îxrackirin. Xwestin ku me jinan di malê de hepis bikin  lê me serî netewand. Em ê bi piştevaniya jinan hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin.”
Back to top button