30 jinên Ereb tevlî nava refên QSD`ê bûn

Li Akademiya Şehîd Rojhat yekemîn dewreya perwerdeyê ya şervanên jin ên Ereb hate destpêkirin.
Li Akademiya Şehîd Rojhat Minbic a girêdayî QSD`ê yekemîn dewreya perwerdeyê ya şervanên jin ên Ereb bi tevlîbûna 30 jinan ji herêmên cûda yên Sûriyê hate destpêkirin.
Dewreya ku wê 45 rojan dewam bike, wê şervan waneyên leşkerî û birdozî bistînin.
Merasîma destpêkirina dewreyê bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên jin ve hate destpêkirin. Paşê, ji fermandarên YPJ`ê Bêrîtan Şedadî axivî û da zanîn ku bi saya berxwedana şervanên YPG û taybet şervanên YPJ`ê li tevahiya Bakurê Sûriyê, hîşt ku jinên Ereb beşdarî nava QSD û YPJ`ê bibin.
Piştî axaftinê, şervanan sond xwarin û dest bi perwerdeya xwe kirin.
Merasîma destpêkirina perwerdeyê, bi gerandina govendê bi dawî bû.
(hh/kc)
ANHA