Arşîv

Li Girkê Legê Kooperatifên Çandinê Bi Pêşengiya Jin Tê Rêvebirin

Bi armanca pêşxistina aboriya komînal, li Girkê Legê kooperatîfên çandiniyê bi pêşengtiya jinan tê rêvebirin.

Di dîroka mirovahiyê de û heya roja îro çandinî wek çandekê xwe domandiye û bi xwe re civakbûyîn avakiriye. Li bajarê Girkê Legê jî jin bi keda xwe aboriya komînal bi çandiniyê ve pêş dixin. Lijneya Aboriyê ya Kongra Star bingeha van projeyan ava dike. Lijneyê 600 kîs tovê çandiniyê nîsk, genim û ceh li jinên kurd, ereb û seranserî bajarokên Girkê Legê, Rimêlan, Çilaxa û Til Koçer belav kir. Wê li erdên gundên wek Melemerzê, Girasor, Tilkoçer û Mişêrfê jî bên çandin.

‘Çandinî bi rengê jinê zindî dibe’

Rêvebera Kongra Star a bajarokê Çilaxa Sûheyila Şemo têkîldarê projeyên çandiniyê axivî: “Em weke jin bi çandiniya erdê xwe, çanda xwe ya hezarê salan careke din zindî dikin. Ev çandinî ne ji îro destpêkiriye, ev yek xwe dispêre beriya 5 hezar sal û weke karê jinê dihate dîtin û kirin. Lê bi desthilatdariya mêr re ev yek hate çewsandin. Em dixwazin carek din vê çandiniyê bi rihê jinê zindî bikin. Yekemîn car jinê çandinî daye afirandin. Em jî weke jin îro hatine û bi destê xwe erdê xwe diçînin. Ev yek jî ji bo me wateyek xwe ya cuda heye.”

‘Kurd û ereb hemû tevlî çandiniyê dibin’

Sûheyilayê da zanîn ku 600 kîs tov li 200 jin hatiye belavkirin û wiha pêde çû: “Ev tovên çandiniyê li jinên hemû netewên ku li herêma Girkê Legê dijîn, bê ferq û cûdahî tên belavkirin. Ev meh û nîveke ku em çandiniya zeviyan dikin. Despêkê hinek zehmetî hebûn, lê ji me re pir xweş dihat. Ji ber ku em zîvirîne çandeke dîrokî ya kevnar. Ev kooperatîf ji hêla Lijneya Aborî ya Kongra Star li gundên cuda hatine avakirin. Li Melemerzê 270 kîs hatin belavkirin. Ji wana 50 genim û 220 ceh, li Girê sor 250 kîs genim, li Mişêrfê 45 çewal genim û li Til Koçer 38 genim hatin belavkirin.” Herî dawî Sûheylayê ji jinan daxwaz kir ku cihê xwe di kooperatîfên jin de bigirin û aboriya xwe ya komînal pêş bixin.

‘Bila jin li aboriya xwe xwedî derkeve’

Rêveberiya Kongra Star a Girkêlegê Sebah Îsa jî balkişand li ser girîngiya aboriya jin û wiha axivî: “Em zeviyan diçînin û hêza jin ya aborî avadikin. Îro çandiniya zeviyekê ji me re dibe cihê kêfxweşiyê. Ji ber çandinî karekî pir pîroze û girêdayî jinê ye. Ez bi hêvî me ku her jinek tevlî koopertîfan bibe û aboriya xwe bi xwe pêk bîne.”

Ruken Derîk

 

 

Back to top button