Arşîv

Mizgîn Arî: Berxwedana Serdemê mînakek din ji têkoşîna jina azad a sedsala 21‘ê ye

Mizgîn Arî  got”Berxwedana Efrînê careke din hêz û îradeya jina Kurd a azad û têkoşîna wî di sedsala 21 de diyar dike. “

Şandeyeke ji jinên 3 parçeyên Kurdistanê ku bi însitîfa Komîteya Jinên Kurdistanê hatiye ava kirin bi armanca piştgirdayîna ‘Berxwedana Serdemê’ ya Efrînê  hat Rojava.

Şande ji aliyê Cîgira Hevserokatiya Desteya Têkiliyên Derve Sena Deham û Endama Komîteya Têkiliyan a Kongreya Star Fîdan Qamişlo ve hate pêşwazîkirin.

Nûnera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mizgîn Arî armanca hatina wan a Rojava wekî nûnerên rêxistinên jin diyar kir û got ku bi armanca destekdayîna bi berxwedana gelê Efrînê û şervanên wê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê ew hatin Rojava.

Mizgîn Arî her wiha got, “Berxwedana Efrînê careke din hêz û îradeya jina Kurd a azad û têkoşîna wî di sedsala 21 de diyar dike.”

Mizgîn bang li rêxistinên mirovî û dewletên cîhanê kir ku li hemberî êrîşên li ser Efrînê ji bêdengiya xwe derkevin û rê li pêşiya komkujiyên ne mirovî bigire.

Şandeya ji 18 kesan ji rêxistinan RJAK, KJAR, Tevgera Azadî, Jinên Zerdeştî, Enstîtû Work, Nifşê Nû, Komeley Jinên Heka (Jinên ji partiyên Komele yên rojhilat) û HDP pêk tê.

 

Back to top button