Arşîv

Yekemîn dewreya perwerdeyê ya Meclîsa Jinên Sûriyê bi dawî bû

Akademiya Meclîsa Jinên Sûriyê ya Demokratîk a bajarê Reqayê dewreya yekemîn a  perwerdeyê bi tevlîbûna 46 jinan ji hemû herêmên Reqayê bi merasîmekê bidawî, kir.

Dewreya perwerdeyê 25 rojan dewam kir. Di dewreyê de dersên fikrî û polîtîka hate dayîn.

Merasîmê bidawîkirina dewreya perwerdeyê bi rêzgirtin destpê, kir.

Di merasîmê bidawîkirinê dewreya perwerdeyê de endamên ku tevlê dewreyê bûne ji ajansa me re axivîn. Endama bi navê Jiyan Elî axivî û da zanîn ku di perwerdeyê de wê dîroka  jinê ya rast nas kir.

Her wiha Rêvebera Akademiyê Heyfa Mustefa jî ev tişt anî ziman”Di akademiyê de  rola jinê di civakê de di her qadên jiyanê de tê şirovekirin.ʺ

Merasîmê bidawîkirina dewreya perwerdeyê bi gerandina govendê bi dawî bû.

 

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27