Arşîv

Endamên Kevana Zêrîn çalakiyan bi pêşendanên xwe geş dikin

Koma Kevana Zêrîn xemla çalakiyên Kongreya Star ku bi diruşmeya “Jinên Cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” geş kirin. Xebatên çalakiyê duh bi awayekî fermî bi daxuyaniyekê hate destpêkirin.

Kongreya Star çalakiya xwe ya bi diruşmeya “Jinên Cîhanê ji bo Efrînê serî hildin” duh bi daxuyaniyekê destpê kir. Navena Kevana Zêrîn bi berhem û hunera xwe beşdarî çalakiyê ku li Parka Şehîd Arîn hate lidarxistin  bûn.

Darên parkê bi wêneyên tekoşer Avesta Xabûr, Barîn Koanê, Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, alên Kongreya Star û Kevana ZÊrîn hate xemilandin. Di heman demê de tabloyên ku berxwedana jinan û berxwedana Efrînê nîşan didin bi nivîsên “Parstina Jinan parstina dîrokê ye, Berxwedana jinan li Efrînê wê ji hemû jinên cîhaên re bibe sembol, bajarê Efrînê biparêzin û na ji dagirkeriya Tirkiyê re hatin dalqandin.

Bi dehan jin û welatiyên herêmên Bakurê Sûriyê, Endamên Kongreya Star, Endamên kevana Zêrîn û jinên Efrînê beşdarî çalakiyan bûn.

Çalakî bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Endama Desteya Jinan a Meclîsa Reqa ya Sivîl Feyrûz Xelîl axivî û got ku ew ji bo piştgiriya jinên Efrînê hatine Efrînê û ev tişt anî ziman: “Em ê tekoşer Avesta Xabûr û Barîn Kobanê ji xwe re wekî rêveber destnîşan bikin û em ê heta dawî şopdarên xeta wan bin. Dewleta Tirk niha şerê tunekirinê li dijî gelê herêmê dide meşandin.”

Paşê li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Hayîstan Xelef axivî û ev tişt anî ziman: “Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê û hedefgirtina karwanê sivîlên ku ji herêmên Bakurê Sûriyê hatine Efrînê diyar dike ku dewleta Tirk di serî de sivîlan hedef digre. Em ê tekoşîna xwe ya j bo pişgiriya berxwedana Efrînê bidomîn in.”

Koma stranan a girêdayî navenda Çand û Hunerê gurzek stran pêşkêş kir, her wiha koma govendê ya girêdayî Kevana Zêrîn govend pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyê de Endamên Kevana Zêrîn a Efrînê daxuyaniyek derbarê êrîşa li ser Efrînê dan. Daxuyanî ji aliyê endama Kevana Zêrîn Zeyneb Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku herêm bi dewlemendiya xwe ya çandî û şaristanî tê zanîn û ev tişt hate gotin: “Dewelta Tirk û çeteyên wê bi hemû rê bû rêbazan dixwazin çanda gelan ku di nava dîrokî de li herêmê pêk hatiye tune bikin. Em wekî jinên Kevana Zêrîn em ê rê nedin dewleta Tirk ku çanda me û zimanê me tune bike. Bi rêveberiya jinê em ê çanda xwe biparêzin. Em êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma me şermezar dikin. Êrîşa wan herî zêde sivîlan hedef digre, mînaka rastiya wê jî endama koma me ya govendê Heyva Kelaho ya 13 salî ye.

Em soz didin ku em ê şopdarên riya Heyva Kelaho, barîn, Avesta û hemû şehîdên ku bi qehremaniya xwe evsaneyên dîrokî xêz kirine. Ji qetilkirina jin û zarokan re êdî bese, ji rijandina xwînê re êdî bese. Divê saziyên

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27