Arşîv

Jinên Tebqa yekemîn car amadekariya şahiya roja jinên cîhanê dikin

 Meclîsa Jin a Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê di çarçoveya amadekariya çalakiyên roja jinên cîhanê de hemleyek paqijkirina bajêr dane destpêkirin.

Di çarçoveya kar û xebatên amadekariyên çalakiyên 8’ê adarê roja jinên cîhanê de, Meclîsa Jin a Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi hevkariya Şaredariya Gel a Tebqayê hemleyek paqijkirina bajêr dane destpêkirin. Hemleya paqijkirinê ji pêşiya navenda Meclîsa Jin a li taxa duyemîn a Tebqayê dest pê kir û dê heta çerxeriya Şehîdan berdewam kir û piştre ber bi navenda Şaredariya Gel a li bazara navendî ve çû.

Di hemleyê de bêtirî 25 jin bi awayekî dildar beşdar bûn. Di sala 1909’an de 8’ê adarê weke roja jinan hate erêkirin û ji wê demê ve jinên cîhanê di 8’ê adarê de çalakiyan lidar dixin û têkoşîna jinên cîhanê bibîr tînin.

Girêdayî mijarê Endama Rêveberiya Meclîsa Jin Nesra El-Ehmed got ku hemleya wan a paqijkirina bajêr di çarçoveya kar û xebatên pêşwazîkirina roja jinên cîhanê de ye û destnîşan kir ku ew weke jin dê rola xwe di hemû aliyên jiyanî de bilîzin.

Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Narîman Îsa girêdayî heman mijarê got ku hemleya wan a paqijkirina bajêr di çarçoveya amadekariyên çalakî û şahiya 8’ê adarê de ye û destnîşan kir ku ji bo azadiya jinan dê asta têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Narîman Îsa got ku bi armanca pûçkirina wateya roja jinên cîhanê di serdema rêjîma Baasê de 8’ê adarê weke salvegera desthilatdariya Baasê li Sûriyeyê dihat bibîranîn.

Back to top button

Warning: Undefined array key "sessionIdVal" in /home/kongrastar/public_html/wp-content/themes/jannah/footer.php on line 27