Arşîv

Jinên Kobanê bi ruhê Berxwedana Serdemê 8 Adarê pîroz kirin

Yekîtiya Jina Ciwan û Kongreya Star ên Kantona Kobanê ji bo 8′ê Adarê û şermezarkirina êrîşên li ser Efrînê meşek organîze kirin.

Di meşê de bi dehan jinên navçeya Şêran ya dikeve rojhilatê Kantona Kobanê amade bûn. Meş di bin dirûşmeya ″Parastina Efrînê parastina şoreşa jinê ye″ de hat lidarxistin.

Meşvann wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jina Ciwan, Kongreya Star û TEV-DEM′ê hildan, her wiha dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″ û ″Bijî berxwedana jinê″ berz kirin û ber bi gundê Til Hacib ve meşiyan.

Li gund jinan deqeyek rêz girtin, piştre bi navê Kongreya Star Zehra Berkel axivî, 8′ê Adarê li jinên berxwedêr pîroz kir û bang li tevahî jinan kir ku ji bo Berxwedana Serdemê serî hildin.

Meş bi dirûşmeyên ″Bijî Berxwedana Serdemê″ bi dawî bû.

 

Back to top button