Arşîv

Şandeya Jina Kurdistanî: Efrîn bi ramanên jina azad bi ser dikeve

 Şandeya Yekîtiya Jina Kurdistanî bêdengiya navneteweyî li hember hovîtiya dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku wê berxwedana Efrînê bi ramanên jina azad bi ser bikeve.

Şandeyê destpêkê serdana navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrînê kir. Piştre serdana goristana Şehîd Avesta Xabûr a şehîdên Berxwedana Serdemê kirin.

Li goristanê, Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Sureya Hebeş bixêrhatina şandeyê kir û got ku gelê Efrînê ji bo parastina axa xwe, bedelên giran didin.

Piştre Endama Komîteya Jina Kurdistanî Bêrîvan Şaho axivî û got ku jinên Cizîrê û Firatê li pişta jinên Efrînê ne û diyar kir ku wê Efrîn bi ramanên jina azad bi ser bikeve.

Piştî axaftinan, gorên şehîdan bi kulîlkan xemilandin.

Şandeyê ji wir berê xwe da nexweşxaneya Avirîn û ji bo birîndaran xwîn dan.

Piştre jî şandeyê serdana mala Hevseroka PYD′ê li Efrînê Eyşe Hiso (ku 3 têkoşer ji malbata wê şehîd bûne) kirin û sersaxî ji malbatê re xwestin.

Şandeya Yekîtiya Jina Kurdistanî derbarê serdanê de daxuyaniyek da.

 Daxuyanî wiha ye:

″Bi navê tevahî jinên Kurdistanê em hatin Efrînê da piştgiriya berxwedana li dijî dagirkeriyê bikin.

Berxwedana gelê Efrînê di roja xwe ya 42′yan de didome. Dewleta Tirk bi destekdayîna NATO′yê êrîşî gelê Efrînê yê bi ewle dike, zarok û jinan dikuje. Her wiha welatiyan bi darê zorê ji warên wan dide koçkirin. Civaka navneteweyî jî li hember van kiryaran bêdeng e.

Dewletên ku îdîaya mirovahî û demokrasiyê dikin, li hember komkujiyan bêhelwest dimînin. Ev bêdengî erêkirina kiryarên dewleta Tirk nîşan dide.

Gelê Rojavayê Kurdistanê ji sala 2012′an de ali ber xwe dide û şehîdan dide. Mirov dikare vê berxwdanê wekî şoreşa Rojhilata Navîn a bi serkêşiya jin û ciwanan bigire dest.

Dewletên faşîst projeya demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn ava dibe, qebûl nake ji ber ku xizmeta berjewendiyên wan nake.

Gelê Efrînê bi moralekî bilind li hember dagirkeriyê li ber xwe dide. Dayîk di merasîmên oxirkirina zarokên xwe yên şehîd de dilîlînin.

Di serdanê me dît ku şervanên YPG/YPJ′ê moralê bilind e û li benda birînên xwe ne da rihet bibin ku careke din vegerin eniyên şer. Ev yek serkeftinê misoger dike.

Em berxwedana Serdemê silav dikin û pîroz dibînin.″

 

Back to top button