Arşîv

Jinan ji bo 8’ê Adarê koma muzîkê ava kir

 Pale Huner û Duçem ku bi xebatên xwe yên li ser çandê tên nasîn ji bo 8’ê Adarê Koma Rîtmîk a Jinan ku ji 10 jinan pêk tê ava kirin.  Mamosteya defê ya Pale Hunerê Ruken Bekalp anî ziman ku armanca wan a komê ew e ku di 8’ê Adarê de bi stranên xwe govenda 8’ê Adarê geş bikin.
Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê re amadekariyên ku hatin destpêkirin berdewam dikin. Xebatên ji bo Mîtînga 8’ê Adarê ku wê di 8’ê Adarê de li Qada Îstasyonê bê li darxistin jî bi coş û kelecaneke mezin berdewam dikin. Pale Hûner û Duçem ku bi xebatên xwe yên li ser çandê tên nasîn jî ji bo 8’ê Adarê Koma Rîtmîk a Jinan ava kirin û nêzî hefteyeke xebatên xwe berdewam dikin. Mamosteya defê ya Pale Hûnerê Ruken Bekalp anî ziman ku armanca wan a ji vê komê ew e ku di 8’ê Adarê de bi stranên xwe govenda 8’ê Adarê geş bikin. Lewra jî Rukenê bang li hemû jinan kir ku di 8’ê Adarê de li qada mîtîngê bin.
Rukenê got ku her sal ji bo 8’ê Adarê bernameyan amade dikin û îsal jî wek Pale Hûner û Duçem wê vê salî jî xebatên xwe berdewam bikin û wiha bi lêv kir: “Koma Rîtmîk a Jinan ku me avakiriye ji 10 jinên kursiyer ên Pale Hûner û Duçemê pêk tê.  Her wiha ji xeynî van 10 jinan 4 jinên solîst  jî hene. Ev kom me bi taybetî ji bo 8’ê Adarê û ji bo jinan amade kir. Lewra jî xebatên me ev hefteyeke dest pê kiriye û em her roj tên gel hev û provaya xwe dikin. Dema em provayê dikin em gelek bi kêf û kelecan dibin û ev kêf û kelecan bandorê li ser karê me jî dike. Em bi awayekî bê sebir li benda wê rojê ne.  Her wiha me xwest ku em stranên taybet ên aydê xwe çêbikin. Lê belê ji ber ku dem nema em li ser stranên Kurî ku berê hatine amadekirin ên derbarê  berxwedana jinê  dixebitin. Em ê di 8’ê Adarê de bi reng, deng û kincên xwe yên Kurdistanî li ser dîkê bin û bi gelek zimanan stranan bibêjin.”
‘Bila 8’ê Adarê bibe wesîleya aştî û berxwedanê’
Rukenê di berdewama axaftina xwe de got ku 8’ê Adara îsal ji salên berê cuda tir e û wiha pê de çû: “Ji ber ku piştî OHAL hate îlan kirin û qayûm tayinê şaredariyan hate kirin hemû qadên çand û hûnerê hatin giritin. Wan bawer kir ku saziyên me bên girtin em ê bisekinin. Lê belê em nesekinîn û em îro xebatên xwe bi hêztir didin meşandin. Her wiha em bi xebatên xwe amadekariya 8’ê Adarê dikin. Em hêvî dikin ku ev 8’ê Adarê bibe wesîleya aştî û berxwedanê.”
‘Jin dikarin jiyanê bigûherînin’
Rukenê di dawiya axaftina xwe de got ku bi salane li ser jinan tundiyek tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lewra jî ji bo em li dijî vê tundiyê derbikevin divê di 8’ê Adarê de bi rengê xwe, bi coşa xwe em tevlî vê mîtîngê bibin. Em di vê 8’ê Adarê de hêza xwe nîşanê mêran bidin û bibêjin ku em li ser piyan e û em ê li ser piyan bin. Ji ber vê jî divê em jin di serî de ji hêza xwe bawer bin. Dema ku em bi hêza xwe bawer bûn wê demê em dikarin şer û tundiya li ser jinan jî bidin sekinandin. Dema jin dest bidin hev dikarin jiyanê bigûherînin.”
Back to top button