Arşîv

Şandeya jinan berê xwe da Efrînê

Şandeyeke ji jinên li Başûrê Kurdistanê, ji bo destekê bide Berxwedana Serdemê  ya Efrînê bi rê ket.

Şande ji jinên Başûr, Bakur û Rojhilat pêk tê. Di nava şandeyê de malbatên şehîdan, RJAK, Yekîtiya Jinan, Tevgera Goran, çalakvanên siyasî, rojnamevan, Tevgera Azadî û xwendekar hene.

Jinên 3 parçeyên Kurdistanê ku hejmara wan ji 25 kesî zêdetire, armanca wan ragihandina piştgiriya xwe ji berxwedana serdemê û bi heman mebestî jî li gel jinên berxwedêr yên Rojava û Efrînê pêşwazî kirina 8’ê Adarê ye.

Peyama sereke ya vê şandeya jinan jî dayîna yekîtiya netewî ya jinên Kurd e ku ji her beşeke Kurdistanê pêk tên.

Biryare îro êvarê şande bigihije deriyê sînor yê Pêşxabûr-Sêmalka. Wê şandeyeke Rojavayê Kurdistanê jî ji aliyê deriyê Sêmalka ve pêşwazî li şandeyê bikin.

Dayîk û bavê Şehîd Başûr Soran yê ji bajarê Hewlêrê li Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbû jî tevlî şandeyê bûn û li gel şandeyê berê xwe didin Efrînê.

Back to top button