8’ê Adarê ji pîrozbahiyên bidizî ber bi azadiyê ve
Dayîka 64 salî Amîna Emîn a ku ji beriya 20 salan di 8’ê Adarê de jin bi dizî kom dikir û li çolê bi dizî pîrozbahî lidar dixistin wiha got: “Îsal jinên Qamişlo bi cilên folklorîk û stranên xwe dakevin qadan û 8’ê Adarê li jinên Efrînê pîroz bikin. Ev azadî şoreşê bi jinan da qezençkirin. Jinên ku nikarîn ji mitbaxê derkevin niha di çeperên şer de li Efrînê li dijî dûvikên Erdogan şer dikin. Xilasbûna jinan bi saya şoreşê ye.”
Jin heta niha li tevayî Cîhanê dîroka wan bi destê desthilatdar û zilamên zayedperest hatiye nivîsîn. Dema ku jinan li dijî sîstemên desthilatdar radibûn jî wek 8’ê Adarê jin dihatin şewitandin û hîn jî tên şewitandin. Niha li gelek welatên Cîhanê jin nikarin rojên serhildanên xwe jî bi bîr bînin. Jinên Rojavayê Kurdistanê, bi Şoreşa Rojava êdî bi xwe dîroka xwe dinivîsin û qirêja bi hezaran sal ji ser xwe diavêjin. Jinên Rojavayê Kurdistanê jiyana ku zilam û desthilatan ji wan re kirî qeder napejirînin û li dijî mejiyê qirêj ê hezarsalî DAIŞ’ê dest avêt çekan. Nepejirandina vê qederê ne hêsan bû, jinên wek Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û Barîn’an mejiyê zilam ê DAIŞ û Erdogan, bi beden û fedekariya xwe parçe kirin. Agirê serhildana 8’ê Adarê ku di 1987’an de bi dizî ji alilyê dayîkên Arîn û Barîn’an ve dihat vêxistin îro bi dengê çekên wan bi azadî li Rojava tê pîrozkirin. Yek ji van dayîkên bi dizî 8’ê Adarê pîroz dikir jî Amîna Emîn a 64 salî ye.
Zewicandina temen biçûk, lêdan û mitbaxê derneketin
Amîna derbarê rewşa jinan di civakê de beriya Şoreşa Rojava wiha got: “Beriya Şoreşa Rojava me wek jinên Kurd hem di aliyê civakî hem jî aliyê siyasî de pir zehmetî dikişand. Aliyê civakî nedihişt em serê xwe ji aşxanê (mitbaxê) derbixin. Di temenê biçûk de dihatin zewicandin û li hemberî mijara pirjinî rû bi rû diman, di zewacê de pirsa jinan û razîbûna wan nedihat kirin, jinên ku nerazîbûna xwe nîşan didan rastî lêdanê dihatin. Rewşa jinên Ereb hîn ji me xirabtir bûn. Hinek saziyên jinan ên dewletê hebûn lê ti çare peyda nekirin. Ev rewş dewam kir, rast e di nava kurdan de Tevgera Azadiya Kurdistanê bandor li jinan kir û ji ber ku girîngiyeke mezin dide çareserkirina doza jinan.
8’ê Adarê bi dizî pîroz dikirin
Amîna pîrozkirina 8’ê Adarê di demên beriya şoreşê de wiha bi bîr anî: “tam nayê bîra min lê beriya nêzî 20 salan bû. Tevgera Azadiya Kurdistanê 8’ê Adarê bi me dabû naskirin. Me 8’ê Adarê bi dizî pîroz dikir. Em mal bi mal digeriyan, yan jî bi telefonan me xwe digihande jinan em wisan kom dibûn. Jin bi cil û bergên xwe yên folklorî dihatin. Gelek caran dewlet pê dihesa, em ji mal dernediketin heta ew biçûban. Piştre em diçûn çola bejahiyê û li ber starnên şoreşgerî û netewî me dîlan digerand. Carnan hêzên dewletê dihatin temaşeyî me dikirin, çavdêrî dikirin ka kî jinan rêxistin dike ew piştî şahiyê ji mala wê digirtin û radigirtin. Dema me civînên xwe çêdikirin jî me pêlavên xwe bi çuwalan diveşartin. Me senaryoyek amade dikir, eger polîs hatin em ê bêjin jinek welidiye yan jî nexweşe em hatine serdanê.”
Xilasbûna jinan di şoreşê de ye
Amîna diyar kir ku dê îsal jî bi cilên folklorîk û stranên xwe dakevin qadan û 8’ê Adarê pîroz bikin û wiha anî ziman: “Ev azadî şoreşê bi jinan da qezençkirin. Jinên ku nikarîn ji mitbaxê derkevin niha di çeperên şer de li Efrînê li dijî çete û dûvikên Erdgan şer dikin û di saziyên xwe de kar dikin. Êdî tirs nema, dê jin di 5’ê Adarê de biçin Efrînê, êdî jin ji tang û topan jî natirsin. Ev tirs bi xwîn û keda şehîdan hat avêtin. Êdî me fêm kir xilasbûna jinan di şoreşê de ye. Lewma jî em hemû bi hev re xwedî li şoreşê derketin. Yê ku karîn şer bikin şer kirin, yê ku nekarîn jî bi taybet me dayîkan xwarin ji wan re çêkirin. Niha li Efrînê jî dayîkên me cihên xwe diparêzin û li cem keçên xwe ne. Ev şoreş dê bi serbikeve ji ber ku destê dayîkan li pişt zarokên wan in. ”